​​​​​​​Hêzên Ewlekariyê kesekî ku îşkence li zarokekî kiriye girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê kesekî ku bi awayekî hovane îşkence li zarokê hevjîna xwe kiriye, girt.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariyê kesekî ku îşkence li zarokekî kiriye girt
2 tebax, 2021   15:16
DÊRAZOR

Ebdullah Ewad El-Şehab ê li Hecînê yê rojhilatê Dêrazorê dimîne, zarokê bi navê Yûsif (3) bi şewat, lêdan û hilkirina neynokan îşkence kir.

Li gorî çavkaniyên herêmê Ebdullah Ewad El-Şehab, kurê hevjîna xwe yê ji mêrê wê yê berê ye îşkence kir.

Çavkaniyan diyar kirin ku li gel El-Şehab hebên hişbirê hatin ditin û gelek caran îşkence li hevjîna xwe û zarokê wê dikirin. Lê hevjîna wî cesaret nedikir ku gilî bikira. Hate gotin, piştî kurê wê hat îşkencekirin ji mal direve û berê dide Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

Hêzên Ewlekariyê, Ebdullah Ewad El-Şehab girt û lêpirsîn dan destpêkirin.

Her wiha zarok û diya wî rakirina nexweşxaneya Dar El-Şîfa. Tê gotin ku rewşa wan aram e.

(fr)

ANHA