Rêvebriya Xweser şehîdên komkujiya li Şengalê bi bîr anîn

Rêvebriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di salvegera 7'an de şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr anîn û bang li gel kir ku sibe 3'yê Tebaxê saet 10:00'an ji bo giyanê şehîdên komkujiyê 5 deqeyan rawestin.

Rêvebriya Xweser şehîdên komkujiya li Şengalê bi bîr anîn
2 tebax, 2021   16:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 7'an a komkujiya 3'yê Tebaxê ya li Şengalê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

''3'yê Tebaxê salvegera 7'an a komkujiya li Şengalê ye ku rêxistina DAIŞ'ê ya terorîst sala 2014'an bi desteka Tirkiyê ji bo qirkirina êzidiyan pêk anîbû. Di encama vê komkujiyê de zêdetirî 5 hezar jin hatin revandin û çarenûsa bi hezaran hîna ne diyar e. Her wiha bi hezaran jin, zarok û temenmezinên pêkhateya Êzidî hatin qetilkirin û hîna gorên komî hene ku cihên wan ne diyar e.

Tevî mercên zehmet ku Rojavayê Kurdistanê- Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibû, lê gelê me di wê trajîdiyê de erka xwe ya mirovî, exlaqî û neteweyî li hemberî Êzidiyan pêk anîn, kerîdoreke mirov vekir da ku Êzidî bi ewle ji Şengalê derkevin û rastî hovîtî û zulma DAIŞ'ê neyên.

Komkujiya ku li Şengalê hate kirin, mîna wê di sedsala 21'an de pêk hat, tenê mîna wê li dijî şêniyên me yên  li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û beriya wê bi destê Tirkiyê û DAIŞ'ê li Kobanê pêk hatin. Tevî vê yekê heta niha aliyên ku di vê komkujiyê de destek dan DAIŞ'ê nehatin cezakirin û muhasebekirin.

Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdên komkujiya li Şengalê bi bîr tînin û bang li gelê xwe dikin ku sibeha 3'yê Tebaxê saet di 10:00'an de 5 deqeyan ji bo giyanê şehîdan bisekinin. Her wiha em diyar dikin ku pêwîst e berpirsên vê komkujiya hovane werin muhasebekirin. Em teqez dikin ku serkeftina li hemberî DAIŞ'ê di 23'yê Adara 2019'an li bajarê Baxozê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk beşek a tolhildana ji giyanê hemû qurbaniyên ku bi destê DAIŞ'ê şehîd bûne ye. Em bang li hemû rêxistinên hiqûqî, qanûnî û navneteweyî dikin ku Komkujiya li Şengalê mîna komkujiyên li dijî Ermen û Suryan û komkujiyê li dijî Kurdên Bakurê Kurdistanê ku Tirkiyê jê berpirsyar in wekî Jinoside nas bikin.

Her wiha em dibînin ku tevgerên bi guman ên derbarê Şengalê de, hewldanên ferzkirina ajnîdeyên derve û komployên li dijî pêkhateya Êzidî dê mîna temamkirina komkujiya sala 2014'an û tevahî fermanên ku di dîrokê de li dijî Êzidiyan hatine kirin be.

Li ser vê yekê em bang dikin ku pêwîste rêz ji nirx, biryar û îradeya Êzidiyên li Şengalê were girtin, nasname û çanda wan a qedîm were parastin. Her wiha em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dikin ku rêxistinbûyîn û xweparastina rêbazên herî guncaw ji bo rêgirtina li ber dûbarebûna komkujiyên li djiî Şengal û Êzidiyan e.

Divê hemû hêzên Êzidî û saziyên wê yên civaka sivîl ji bo pêşxisitn û rêxistinkirina rêveberiya xwe û parastina xwe ya xweser bixebitin da ku nasnameya xwe ya civakî û ola Şengal û Êzidiyan biparêzin "

ANHA