Li Helebê komkujiya Konyayê hate şermezarkirin

Kongreya Star li bajarê Helebê bi daxuyaniyekê, êrişa nîjadperest ya li dijî malbata Kurd li bajarê Konya yê Tirkiyê şermezar kir û banga hesabxwestina ji sûcdaran kir.

Li Helebê komkujiya Konyayê hate şermezarkirin
2 tebax, 2021   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan jinan û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate dayîn.

Daxuyanî li çerxereya Heft Şehîdan ji aliyê endamên Kongreya Star bi zimanê erebî û kurdî, hat xwendin.

Kongreya Star di destpêka daxuyaniyê de, komkujiya li dijî malbata Kurd li bajarê Konyayê şermezar kir û got: "Tirkiyê qirêjtirîn şideta birêxistinkirî li dijî gelê Kurd dimeşîne û mafên Kurdan nade."

Kongreya Star anî ziman di demekê de ku li Rojava destkeftî têne bidestxistin û li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîla berxwedaneke bêhempa nîşan dide, dewleta Tirk li pêşiya serkeftinên gelê Kurd dibe asteng û wiha dewam kir:"Dewleta Tirk bi zanabûn Kurdan dikuje û çawa ku leşkerî faşîst ê hêzên ewlehiyê ya Tirkiyê endama HPD`ê Denîz qetil kir, îro jî 7 endamên heman malbatê, bi rêbazekî qirêj hatin qetilkirin."

Kongreya Star bang li rêxistinên mafên mirovan, NY û UNICEF kir ku ji ber kiryarên derexlaqî yên dewleta Tirk li dijî sivîlên Kurd, Tirkiyê muhasebe bike.

(kc)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/m5KLs_NQ8ms" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>