Rêveberiya Minbicê li daxwazên şêniyan guhdar kir

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê civînek bi şêniyên bajarê Minbicê re lidar xist da ku li xwestekên wan guhdar bike û rewşa giştî ya herêmê, nîqaş bike.

Rêveberiya Minbicê li daxwazên şêniyan guhdar kir
Rêveberiya Minbicê li daxwazên şêniyan guhdar kir
Rêveberiya Minbicê li daxwazên şêniyan guhdar kir
Rêveberiya Minbicê li daxwazên şêniyan guhdar kir
Rêveberiya Minbicê li daxwazên şêniyan guhdar kir
Rêveberiya Minbicê li daxwazên şêniyan guhdar kir
Rêveberiya Minbicê li daxwazên şêniyan guhdar kir
2 tebax, 2021   10:04
MINBIC

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê di 31`ê Tîrmeha borî de dest bi rêze civînên ji şêniyên gundewarê Minbicê re kir. Duh rêzecivînên xwe di hundirê bajêr de, bidawî kir.

Civîn li xeta rojhilat û rojava hatin lidarxistin. Bi dehan şênî her wiha hevserokên komîn, meclisên herêmî û nûnerên Rêveberiya Sivîl beşdarî civînan bûn.

Her wiha Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê bi Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Kombûna jinên Zenûbiya, Meclisa Edaleta Civakî û rêveberiya meclisên xetan, ji bo lidarxistina civînan, di nava hevkariyê de bû.

Di civîna xeta rojhilat de ji rêveberên ewlehiya dergehan a Minbicê Ednan Îbrahîm behsa rewşa herêmê bi giştî, ya Minbicê bi taybet kir û ev tişt got: "Tişta ku li Minbicê qewimî bûyerin rêxistinkirî bû. Armanca wê ku ewlehî û aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xira bike."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Minbicê Nezîfe Xelo jî wiha axivî: "Armanca me ji lidarxistina van civînan ku em li nêrîn û pêşniyaran bi giştî guhdar bikin da ku em mekanîzmeya xebatê rêveberiyên Minbicê pêş bixin."

Nezîfe di axaftina xwe de behsa girîngiya hevkariya di navbera rêveberî û pêkhateyên herêmê de kir da ku bajarê wan bibe nimûneyek li giştî Sûriyê.

Paşê nîqaş der barê girîngiya başbûna nan, peydakirina derman, sotemenî û zêdekirina saetên dayîna kehrbeyê hate kirin.

Nûnerên rêveberiyê xwestekên gel û rexneyên wan kom dikin da ku wan çareser bikin.

(bx)

ANHA