Li Îranê 3 girtiyên Kurd hatin darvekirin

3 Kurdên ku derbarê wan de biryara darvekirinê hatibûn dayîn, îro serê sibê li Girtîgeha Urmiyê hatin darvekirin.

Li Îranê 3 girtiyên Kurd hatin darvekirin
2 tebax, 2021   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

3 Kurdên li Girtîgeha Urmiyê ya Îranê diman, serê sibê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin.

Navên girtiyên ku îro hatin dervekirin wiha ne: "Hemze Rezayî yê ji Selmasê, Sepehr Abbas Nejad û Îskender Zarî yên ji Urmiyê."

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw, daxuyad ku di nava 4 mehên dawî de 20 Kurd hatine darvekirin.

(cx)