Di Pêşangeha Şehîd Herekol de…Pirtûk gelek in, lê nirxê wan biha ye

Berpirsên Pêşangeha Şehîd Herekol a pirtûkan îşaret bi pirrengiya sernav û mijarên di pêşangehê de kirin, lê di heman demê de ji ber bilindbûna buhayên pirtûkan gazinc kirin.

Di Pêşangeha Şehîd Herekol de…Pirtûk gelek in, lê nirxê wan biha ye
Di Pêşangeha Şehîd Herekol de…Pirtûk gelek in, lê nirxê wan biha ye
Di Pêşangeha Şehîd Herekol de…Pirtûk gelek in, lê nirxê wan biha ye
Di Pêşangeha Şehîd Herekol de…Pirtûk gelek in, lê nirxê wan biha ye
Di Pêşangeha Şehîd Herekol de…Pirtûk gelek in, lê nirxê wan biha ye
2 tebax, 2021   09:35
QAMIŞLO – EHMED SEMÎR

Îsal 37 weşanxane ji dewletên cûda yên ereban û ji her 4 parçeyên Kurdistanê beşdarî 5`emîn Pêşangeha Şehîd Herekol bûne. Pêşangeh bi dirûşmeya "Pirtûk rehjena jiyanê ye" li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo tê lidarxistin. Pêşangeh di 29`ê Tîrmehê de dest pê kir.

Di pêşangehê de 130 pirtûk û zêdetirî 13 hezar sernav bi mijar û zimanên cûda (kurdî, erebî, tirkî, farisî, ingilîzî û fransî) hene. Lê metirsî û hin tedbîrên rêwîtiyê bû sedem ku hin weşanxane tev li pêşangehê nebin. Ji ber vê yekê jî hin weşanxaneyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hin kes wekî wekîl diyar kirin û pirtûkên wan di pêşangehê de hatin pêşandan.

Cîgira Hevserokatiya Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ronahî Hesen diyar kir ku Bexda, Lubnan, Misir û weşanxaneyek ji Îtaliyayê beşdarî 5`emîn pêşangeha Şehîd Herekol bûne, weşanxane ji her 4 parçeyênn Kurdistanê, weşanxane ji hundirê Sûriyê ji Şam, Heleb, Siwêda û ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê 7 weşanxane beşdar bûne.

Ronahî Hesen destnîşan kir ku berpirsên weşaxaneyan ji ber astengiyan beşdarî pêşangehê nebûn, hin ji wan dergehê Pêşxabûrê asteng derdixistin û derfet neda wan ku derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne û wiha dewam kir: "Hin kes ji hikumetên welatên xwe ditirsin û ji ber wê jî nikarîbûn tev li pêşangehê bûbûne."

Her wiha şêniyên ku serdana pêşangehê dikin ji ber bilindbûna buhayê pirtûkan gazincan dikin. Di vê der barê de Ronahî Hesen ev tişt anî ziman: "Piraniya weşanxaneyên beşdarî pêşangehê bûne ji derveyî herêmê ne. Danûstandina wan bi dolar in, ne bi lîreya sûrî ne. Her wiha barê veguhestinê û baceyên gumrikê hene. Ev jî dibe sedema buhabûna pirtûkan."

Cîgira Hevserokatiya Desteya Çand û Huner a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ronahî Hesen da zanîn ku pirtûk ji şêniyan re bi temenî kêmtir tê hesandin û weşanxaneyên herêmê pirtûkên xwe bi lîreya sûrî difroşin ne bi dolar.

Ebdulah Şêxo ku par weke berpirsê pirtûkxaneya Bendarokê beşdarî pêşangehê bibû, lê îsal berpirsê 8 weşanxaneyên ku weşanê bi zimanê kurdî û weşanxaneyeke bi zimanê erebî, dikin  got: "Her kes zane ku rewşa herêmê bû sedem ku berpirsên weşanxaneyan beşdarî pêşangehê nebin. Kes nikare derbas bibe û bi hêsanî derkeve. Dergehên fermî tune ne. Heger ji Başûr werin dê zehmetiyan bibînin û wê nikaribin derbas bibin."

Şêxo piştrast kir ku zêdetirî 10 hezar sernav bi zimanê kurdî di pêşangehê de û bi mijarên cûda hene û wiha domand: "Ji ber aloziya aborî li herêmê, îsal ji salên borî cûdatir e. Pirtûk ji derveyî herêmê tên û buhayê wan bilind e. Em hewl didin ku vê yekê ji ser şêniyan sivik bikin."

Evîn Subhî jî ku di nava beşên pêşangehê de digeriya da ku hin pirtûkan bikire, lê nikarîbû bikire, got: "Zanist dihêle civak xurt bibe û dikare bi hêsanî xwe birêve bibe  û civaka xwe pêş bixe."

Evîn diyar kir ku gelek guhertin di civakê de çêbûne û ev yek jî pir girînge ji civaka ku karibû xwe biguhêre û fikrên xwe di xwendinê de dewlemend bike û wiha domand: "Tişta ku di pêşangehê de bala min kişand ku pirûtk bi ziman û fikireyên xwe dewlemend in."

Evîn hêvî kir ku berpirsên pêşangehê alîkariya şêniyan bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hin pirtûk hene mirov dikare bikire û buhayê wan baş e. Lê hin pirtûk jî hene, di aliyê lêkoklîn û siyasê de dewlemend in, lê buhayê wan giran e."

 (bx)

ANHA