Hisên El-Şêx: Divê hemû dewlet hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î werbigirin

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Herêma Firatê Hisên El-Şêx diyar kir ku xeteriya DAIŞ`ê jî li ser tevahî cîhanê heye û got ku divê dewlet welatiyên xwe werbigirin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê dadgehan ava bikin.

Hisên El-Şêx: Divê hemû dewlet hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î werbigirin
2 tebax, 2021   06:27
KOBANÊ-MEYSA AKARÎ

Hîn jî xeteriya DAIŞ`ê li ser cîhanê bi giştî û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet heye, ji ber ku bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ`ê li kampa Holê ya li herêmê dimînin. Di heman demê de çeteyên DAIŞ`ê di girtîgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hene.

ꞌXETERIYA DAIŞ`Ê DEWAM DIKEꞌ

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Herêma Firatê Hisên El-Şêx têkildarî mijarê ev nirxandin kir: "Civak bi xeteriya DAIŞ`ê re rû bi rû mabû, êdî rojane welatî li ser bûyerên qetilkirin, serjêkirin û daliqandina seriyên li qadan şiyar dibû, heta ku QSD`ê çeteyên DAIŞ`ê têk birin û herêmên Sûriyê yek li pey yekê rizgar kirin."

Hisên El-Şêx bal kişand ser xeteriya DAIŞ`ê û wiha berdewam kir:"Xeteriya DAIŞ`ê û malbatên çeteyan ên li kampa Holê û fikirê tundraw ê ku heta niha xwe dispêrinê li ser herêmê berdewam dike û ev yek bi operasonên terorîstane re ku dem dem sivîlan dike armanc, eşkere dibe."

BANGAWAZIYÊN JI BO AVAKIRINA DADGEHÊN TAYBETꞌ

Hisên El-Şêx bang li hêzên cîhanê kir ku têkildarî malbatên ku ji derveyî Sûriyê hatine, dadgehekê ava bikin da ku werin darizandin an jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dadgeheke taybet bi wan were damezrandin. Her wiha bang kir ku ew jî beşek ji wê dadgehê bin, ji ber ku herî zêde ji ber wê îdeolojiyê wan zirar dîtiye.

El-Şêx bang li civaka navneteweyî kir çi bi rêya rêxistinên navneteweyî û mirovî de be yan jî bi rêya NY`yê be, ku ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan dadgehekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bike.

El-Şêx wiha axaftina xwe dewam kir: "Her wiha em banga derxistina kesên ku xeteriya wan, zarokên wan û hevserên wan li ser civakê heye dikin, lê belê bersiva me nadin. Tevî ku hin dewletan zarokên xwe birin jî, lê piraniya dewletên cîhanê bersiva vê xwesteka bi armanca sivikkirina xeteriya li ser herêmê nada."

ꞌXETERIYA DAIŞ`Ê LI SER TEVAHÎ CÎHANÊ TEVDE HEYEꞌ

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Herêma Firatê Hisên El-Şêx da zanîn ku xeteriya DAIŞ`ê ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê heye, lê belê li ser tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê heye û bi domdarî got: "Ev yek bi teqîn û sûcên qetilkirinê  ku wan girt ser xwe re hate diyarkirin."

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LnbmPmXzNDw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>