Serpêhatiya fermana Şengalê – 2

Şêniyê gundê Cidalê, Hisên Naîf Xidir ji me re behsa serpêhatiya xwe ya dema fermana 3`yê Tebaxa 2014`an kir. Hisên, em li ser gorên Êzidiyên hatine qetilkirin gerand û got ku eger gerîla û şervanên ji Rojavayê Kurdistanê bi hawara me ve nehatibana, yek Êzidî jî nedifilitî.

Serpêhatiya fermana Şengalê – 2
Serpêhatiya fermana Şengalê – 2
Serpêhatiya fermana Şengalê – 2
Serpêhatiya fermana Şengalê – 2
2 tebax, 2021   01:31
NÛJIYAN BÊRÎVAN – ŞENGAL

‘Em bi saya hevalan û fikirê Serok APO filitîn’

Ruxmê tirsa mezin, piştî hişyariyên koma gerîla ji bo wan û gefên ku ji çeteyên DAIŞ’ê dema dîl ketîbûn destê wan de xwaribûn jî Hisên Naîf Xidir û gelek şêniyên gund ji gund derneketin. Di şert û mercên giran de difikirin ka dikarin çi bikin, dikarin çawa xwe xilas bikin. Lê biqasî 30 pîrejin û kalemêr li gundê Cidalê hebûn, hemû dayîk, dapîr, bapîr, xwişk û nasên wan bi xwe bûn. Nedixwestin wan bihêlin û biçin, bixwazin biçin jî nikarîbûn bi wan re bimeşin. Ser dihizirîn ka çi bikin, ji ber ku bi ti awayî nedixwestin yêk kes jî bikeve destê wan hovan. Ji xwe hemû malbatek bûn, li hev xwedî derdiketin. Sibê, nîvro û êvaran xizmeta emir mezinên gundê xwe dikirin û wana diparastin. Ma wê niha wana bihêlin û biçin? Dilê  ti kesî ji wan ev yek ranedikir. Ji ber wê jî dil nedidan terka wan bikin. Bi hêviya ku çeteyên DAIŞ`ê heya cihê ew lê ne neyên ji malên xwe derneketin û li bendê man ka wê çi bibe.

Lê piştî demekê ferq dikin ku çete heya Qubeya Şêx Mend hatine û ber bi wan ve tên. Hisên Naîf Xidir jî ji malbata xwe re dibêje “zû birevin û xwe bigihînin çiya”. Tirs û telaşek mezin derdikeve li gundê Cidalê. Qîr û wîra çeteyan bi ser gund dikeve. Qêrîn û hawara şêniyên gund jî digihêje ezmanan. Bi ketina gund û herêma qubeya pîroz re çeteyên DAIŞ`ê dest bi teqandin, wêrankirin û kuştinê dikin. Agir bi  malên gundiyan dixin. Yek ji malên ku agir berdanê jî mala Hisên bi xwe bû. Bavê wî yê 97 salî ku di xanî de bû qetil dikin. 4, 5 kesên din li gel qubeyê qetil dikin. Hisên ji me re xaniyek jora mala xwe bi destê xwe yê çepê tarîf dike û dibêje ku li wir jî ji malbatekê 4 kes hatiye qetilkirin. Di nav hejmara ku li Şêx Mend hatine qetilkirin de 5 jin jî hene. Li ber çavê cîhanê gundê Cîdalê jî veguherandibûn gola xwînê. Bi şewitandina seyare û xaniyan re her der di bin pêtên agir de, di nav dumanê de hiştîbûn. Şêniyên gund û Êzidiyên ku ji gundên derdorê xwe gihandîbûn wir ber bi çiyan ve ketin rê. Hisên dibêje ku zêdetir bi dehan zarokên ji bîrçîn û tîna mirine bi çavên xwe dîtiye. Heya ji 27 ferdên malbata wan xwe gihandibe çiya jî, biqasî 7,8 kes ji malbata wan jî hew karîbûn birevin û ketine erdê, dirêjkirî mane, hinek ji wan jî jiyana xwe ji dest dane.

Herçiqas hejmarek pir kêm be jî, hêzên gerîla û şervanên ji Rojavayê Kurdistanê li wir jî xwe gihandîbûn hawara Êzîdiyan. Av û nan dabûn wan, yên hêj sax bûn bê teqet bûn û nedikarîn rabin ser xwe. Bi wan re mijûl bûn, av dan wan, têhiniya wan şikênandin û hêviyek mezin xistibûn dilê wan ku wê jiyan bikin, wê ji vê fermanê rizgar bibin. Ji xwe ji vê moral û hêzê bûye ku gelekî ji wan ku hew dikarîn û li erdê dirêjkirî bûn, teqeta xwe cardin kom kirin yên karîn rabûn ser xwe û cardin dest bi meşê kirin, yên nekarîbûn jî hildan ser piştên xwe û birin cihê bi ewle. Lê belê mixabin ji gelekan re gihandina avê dereng mabû û di rêkan de yên ku jiyana xwe wûnda kirîbûn jî gelekî bûn.

CIHÊN GORÊN KOMÎ NÎŞANÎ ME DA

Hisên Naîf Xidir ji me re bi destê xwe yê çepê cihek pênase kir û got ku bavê xwe li wir binax kiriye. Li gor ku behsê dike, çeteyên DAIŞ`ê bavê wî yê 97 salî di xanî de dixeniqînin û xanî jî didin ber agir. Dema behsa bavê xwe jî dike hewayek gelekî giran çêdibe. Hindekî disekine û li cihê ku bavê xwe lê veşartine temaşe dike. Em jî li wî dinêrin û êşa Hisên û hemû Êzidiyên ku nasên xwe winda kirine, parve dikin.

Hisên û malbata xwe hewl didin birînên xwe bikewînin. Lê bi rastî pir zor û zehmet e, ji ber kêlî bi kêlî çavên wan li windahiyên wan, li şopên fermanê dikeve. Em pê re li gund digerin û yek bi yek ji me re cihên şêniyên hatine kuştin û veşartîne, nîşan dide. Destpêkê em diçin ser cihê ku bavê xwe veşartiye û dibînin ku cihê ku binax kirine hatiye têlkirin. Cihekî biçûk e. Me jê pirs kir çima derbasê goristanê nekirine û fêr dibin ku ew jî wek bi sedan malbatan li bendê ne ku yên hatine kuştin bêne derxistin. piştî testên pêwîst bi fermî bêne oxirkirin. Li jortirê bavê Hisên cihek din jî nîşanî me dide û dibêje ku li wir jî çar kes hatine binaxkirin. Li jora me li nêzî çiya cihekî din ji me re pênase dike. Em li pişt xwe dizivirin û berê xwe didin wê derê. Li wir jî tijî seyareyên teqandî û xaniyên hilweşandî ne. Piştre Hisên berê me dide jêr û em ber bi Qubeya Şêx Mend ve diçin. Heya em diçin wir jî li milê me yê rastê car din xaniyên hilweşandî û seyareyên teqandî bala me dikşînin.

Em li cihek wek kopik disekinin. Ev kopik dikeve milê çepê yê Qubeyê. Li gel wê kopikê biçûk disekine û ji me re behsa 5 jinan dike. Her 5 jin li kêleka Qubeyê bi awayek hovane hatine qetilkirin. Piştî ku gerîlayên HPG`ê û şervanên Rojava car din wan qadan ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê paqij dikin, li gund û derdora wê digerin, şêniyên hatine qetilkirin radikin û binax dikin.

Gerîla û şervanan her 5 jinên ku bi awayekî hovane hatibûn qetilkirin, rakirîbûn û li wî cihê ku Hisên em biribûn wir, binax kiribûn. Di wan deman de hêjî şer didomiya û paqijkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ`ê dewam dikir. Navê 3 jinan, nasnameya wan tê bîra Hisên û ji me re jî dibêje; Wethana Xelefê Xidir, Zana Osman, keça Xelefê Hiço. Piştre em derbasî cihê ku her 5 jin hatine qetilkirin dibin û ji nêzde lê dinêrin. Li kêleka qubê di bin banekê de hatine qetilkirin her pênc jinên Êzidî.

Li gorî ku Hisên ji me re vedibêje, gelek cihên din jî li derdorê wan li gund û derdorê qubê hene ku yek bi yek, du bi du an zêdetir kes bi hev re hatine binaxkirin. Hemû şêniyên gund û Êzîdî li benda derxistin û zelalkirina nasnameyên wan in. Ji ber ku bi hezaran revandî bûn. Gelo nasên wan hatine revandin yan di nav van miriyan de ne.. nayê zanîn.

‘ÊZIDÎ NEPARASTIN, REVIYAN’

Em car din vegerin destpêka fermanê. Di rastiyê de Şengal ne bêyî hêzeke parastinê bû. Her çiqas hinek Şengalî di nav wan de hebûn jî, piranî Kurd û Ereb bûn. Bi navê yê civaka Êzidî biparêzin bi deh hezaran hêzên PDK`ê yên peşmerge û hêzên Iraqê wê demê li wir bûn. Çawa êrîşan dest pê kir hemû reviyan. Ji xwe bi tenê hiştina civaka Şengalê rewşeke giran derxistibû holê. Reva wan hêzan şêniyên herêmê yekser kiribûn hedefa çeteyên DAIŞ`ê û hevkarên wê.

Hisên Naîf Xidir dema behsa wê demê dike pir hêrs dibe û dibêje ku wê demê hêzek pir mezin li Şengalê û derdora wê hebû, lê belê hemû reviyan. Li gorî ku tîne ziman, heya 12, 13 hezar hêzên bi navê parastina herêmê hebûn, lê belê wan erkê xwe pêk neanî û bazdan çûn.

Hejmarek zêdeyî 13 hezaran peşmerge û hêzên Iraqê reviyabûn lê hêzek pir biçûk jî xwe gihandibû Şengalê. Destpêkê wek 12 sûwarî xwe gihandibûn û mudaxeleya destpêkê kiribûn, piştre hinek hêzên din jî ji HPG, YJA Star û YPG, YPJ xwe gihandibûn herêmê û êrîşek mezin li hemberî çeteyên DAIŞ`ê dabûn destpêkirin.

Wek Hisên jî dibêje, herî zêde 100 gerîla hatibûn Şengalê û wana bi vê hejmara kêm civak ji mirinê xilas kiribû. Ew hejmara kêm ya gerîla bi hêz, biryardarî û hesasiyetek mezin Êzîdiyên li ser rêkan girtin û birin cihên ewle, wana hembêz kirin, nan û av dan wan, yên nexweş derman kirin, yên nekarîne bimeşin li pişta xwe kirin, pitikên ku dayîkên wan nekarîn hildin jî ji wan re hildan û bi saetan bi xelkê Şengalê re meşiyan heta ku ew gihandin cihê saxlemiyê.

Vê hejmara kêm ya gerîla û Şervanên Rojava piştre operasyonên xwe berfirehtir kirin, yek bi yek li komên çete geriyan, cihên ku girtibûn car din vegerandin û çeteyên DAIŞ`ê bi temamî bêbandor kirin. Ev rastî ji milê civaka Êzidî ve her tim bi hezkirin, rêzdarî û minetdariyek mezin tê pêşwazîkirin.

‘BI SAYA HEVALAN Û FIKIRÊ SEROK APO EM FILITÎN'

Di dema fermanê de ruxmî hemû astengiyên ku PDK û seytereyên girêdayî wê kontrol dikir derxistiye jî hêzên HPG, YJA Star, YPG, YPJ xwe gihandibû hawara xelkê Şengalê û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şikênandibûn. Di encama berxwedana dîrokî de bi hezaran Êzidî ji mirinê filitîn, qadên ketin destê DAIŞ`ê jî hatin vegerandin.

Em li ku derê ji Şengaliyan hestên wan ên derbarê fermanê pirs bikin hemû bi yekdengî spasî û mintedariya xwe ji bo hêzên gerîla û şervanên Rojava tînin ziman û hewaya xemgîn ku tê de ne carekê vedigere coş û kelecanê. Reşkên çavan dest bi biriqandinê dikin, rûyê wan dikene.

Şêniyê gundê Cidalê û parazvanê Qubeya Şêx Mend Hisên û malbata wî jî dema navê gerîla û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbas dibe, kelecanî dibe û dibêje ku ne bi saya wan ba ew ti caran ji vê fermanê nedifilitîn û wê dawî li Êzidiyan hatiba. Bi gotina Hisên yê kitek Êzidî jî nemaba. Hisên jî dibêje ne ji xwegihandina gerîla ba, xwedîderketina YPG û gelê Rojava bûya, kesî din nedihat hawara wan û alîkarî nedida. Hisên balê dikşîne ser Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera PDK, hukumeta İraq û dewletên li pişt peymanê de û got ku ew ti demê destwerdanek wiha li ser axa welatê xwe qebûl nakin.

Hisên Naîf Xidir ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bandora fikir û ramanên wî li ser Şengalê jî nêrînên xwe bi me re parve kir û beriya dest bi axaftina xwe bike gotina wî ya “fikirê Rêber APO paqij e” bala me jî kişand. Hisên dema van hevokan tîne ziman jî binxêz dike ku ne tenê ji bo civaka Êzidî, ji bo hemû civakan fikirê Serok APO paqij dibîne û dibêje ku ev fikir bi taybet jî gelên bindest hembêz dike. Hisên tîne ser ziman ku wek civaka Êzidî ew bi saya fikirê Serok APO îro xwedî hêzên parastinê ne û di bin banê Meclîsa Xweseriya Şengalê de xwe bi rêxistin kirine. Hisên bal dikşîne ser ku ev cara yekem e ku wek civaka Êzidî bûye xwediyê hêzek wiha giranbiha.  

‘TI DEMÊ TERKA ŞENGALÊ NEKIRIN’

Taybetiyeke din ya mala Hisên Naîf Xidir em fêr dibin ku di ti şert û mercan de terkkirina Şengalê ji xwe re qebûl nekirine. Malbata Hisên jî yek ji wan malbatan e ku berê xwe nadin derveyî Şengalê. Piştî ji fermanê rizgar dibin li çiyayên Şengalê dimînin. Ne berê xwe didin Başûr, ne Rojava nejî welatên Ewropa. Vê yekê jî wek serbilindiyek mezin bilêv dike Hisên û keyfxweşiya xwe tîne ziman. Li gorî ji me re behsê dike, ew şahid bûye ku nêzî du hezar mal li çiya dimînin wî demî û berxwe didin, terka axa xwe nakin. Hêzên wana ji fermanê rizgar kiriye jî li wan xwedî derdikevin û pêwîstiyên wan pêşwazî dikin.

Îro em li kîjan Şengalî guhdarî bikin hemû bi yek daxwazê bala me dikşînin; “Înşalah ew rebil alemîn wan rojên reş bibe û venegerîne”. Li gel van bîranînên bi êş û azar, çavê her kesî li pêşketinên li Şengalê ye. Hisên jî bang li Şengaliyên ku dema fermanê neçarî koçberiyê bûne dike û dibêje ku bila hemû vegerin, ji ber ku ax, kon, bajarên xelkê nabe ya Êzidiyan. Ji me re dubare dike, tenê li ser ax û warê xwe Êzidî dikarin aram bijîn. Hisên bal dikşîne ser aramiya ku îro li Şengalê heye, heya mînak jî dide ku mirov dikare îro li nîvê kolanan de jî bê tirs xew bike.

Dawiyê dema xatirxwestinê hat. Ji ber dilgermî û pêşwazîkirina ji dil ya malbatê em bi awayek bextewar û keyfxweş car din ketin rê. Li milekê de xemgînî, rojên tarî û reş hatibûn jiyîn û birînên zû zû nekewin vebibûn. Lê belê di şexsê vê malbatê de jî me dît ku civaka Êzidî çiqasî jiyanek azad, statuya ji bo Şengalê heq kiriye û çiqasî bi îsrar û înad bi şehîd û windahiyên xwe ve girêdayî ne. Me di çavên her ferdekî vê malbatê de hêvî û hesreta azadiyê dît, hêviyên car din ferman neyên jiyîn û pêşerojek bi wate bikarin diyarî zarokên xwe bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8mEM4fPXc-g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>