​​​​​​​Derketina hejmara hezarî ya Rojnameya Ronahî bi şahiyekê hate pîrozkirin

Bi boneya derketina hejmara hezarî ya rojnameya Ronahî, şahiyek li bexçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

​​​​​​​Derketina hejmara hezarî ya Rojnameya Ronahî bi şahiyekê hate pîrozkirin
​​​​​​​Derketina hejmara hezarî ya Rojnameya Ronahî bi şahiyekê hate pîrozkirin
​​​​​​​Derketina hejmara hezarî ya Rojnameya Ronahî bi şahiyekê hate pîrozkirin
​​​​​​​Derketina hejmara hezarî ya Rojnameya Ronahî bi şahiyekê hate pîrozkirin
​​​​​​​Derketina hejmara hezarî ya Rojnameya Ronahî bi şahiyekê hate pîrozkirin
1 tebax, 2021   18:42
QAMIŞLO

Rojnameya Ronahî di sala 2011`an dest bi weşanê kir. Rojnameya Ronahî di weşana xwe de mijarên cûda, siyasî, jin, civakî, çandî, tenduristî, werzîş dişopîne.

Destpêkê rojname hefteyê hejmareke derxistin, lê di sala 2018`an de ji ber daxwaza pir ji gel weşana rojnamê bû di hefteyê de 5 rojan. Rojnameya Ronahî bi zimanê kurdî û erebî weşanê dike.

Bi boneya derketina hejmara hezarî ya rojnameyê şahiyek li bexçeyê Xwendinê yê Qamişloyê bi amadebûna şêniyên bajêr, nivîskar, rewşenbîr, helbestvan, nûnerên Rêveberiya Xweser û endamê TEV-DEM hat lidarxistin.

Di şahiyê de xebatkarê Rojnameya Ronahî Ebdurehman Mihemed bixêrhatina beşdaran kir û derketina hejmara hezarî ya Rojnameya Ronahî pîroz kir.

Rojnamevanê di Rojnameya Ronahî de Diyar Bihotî jî axivî û hejmara hezarî li xwendevanên rojnameyê pîroz kir û diyar kir ku ev roj ji wan re cihê serferazî û rûmetê ye.

Bihotî da zanîn ku gelê Kurd ji beriya 123 salî ve ango di sala 1898`an de bûn xwedî rojname û diyar kir ku yekemîn rojname bi navê Kurdistan ji aliyê Miqdad Midhet Bedirxan ve li Misirê deket û wiha got: “Lê mixabin ew weşan tenê 8 salan dewam kir. Lê ji bo gelê Kurd derxistina rojnameyê dereng ma ji ber ku piştî derketina rojnameyan li cîhanê bi 300 salî bi dest wan ket.”

Bihotî da xuyakirin ku ragihandin kurdî ji ragihandina cîhanê cudatir e û got: "Ji ber ku gelê Kurd ji bo ragihandina gelek bedel dane. Li cîhanê ragihandin bûye cihê komkirina pereyan. Lê ya me tersî wê ye.”

Bihotî bal kişand ser girîngiya ragihandinê û da zanîn ku girîngiya ragihandinê di roja îro de zêde bûye di heman demê de xurtir bûye û wiha got: “Niha ragihandin ketiye rêza yekê, tiştê ku bi rêya leşkeriyê nikare bê kirin bi rêya ragihandinê d tê kirin. Ji ber ku bûye xwedî hêz û rol.”

Bihotî destnîşan kir ku ew ê hewl bidin azarên gelê herêmê bêhtir derxînin û li hemberî vê yekê rêveberiyê hişyar bikin û wiha domand: “Bi vê yekê ew ê gel û rêveberî jî sûd werbigirin.”

Piştre pêşbirke ji aliyê rojnameyê ve ji bo kesên hazir hat çêkirin, kesên ku bersiva rast pirsan dan hatin xelatkirin.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/t-dlZwJqGmE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>