​​​​​​​Qeys Seîd: Rola kesên bi armancên siyasî bazirganî bi mirovan dikirin, bi dawî bû

Serokê Tunisê got rola kesên bazirganî bi tenduristiya mirovan dikirin ku bigihînin armancên xwe yên siyasî bi dawî bû.

​​​​​​​Qeys Seîd: Rola kesên bi armancên siyasî bazirganî bi mirovan dikirin, bi dawî bû
1 tebax, 2021   18:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Tunisê Qeys Seîd di dema gera xwe li kolana El-Hebîb Borqêbe ya li paytexta Tunisê de dikir wiha got: "Ez dev ji duristiyê bernadim.  Ji ber ewlehiya mirovan erka min e."

Seîd wiha domand: "Bila tevahî cîhan bibe şahidê vê yekê. Her wiha her kesê bazirganiyê bi tenduristiya mirovan dike cihî wî li Tunisê tune ye. Divê tunisî bi hev re berpirsiyariyê rakin."

Di gerke ji nişka ve, Qeys Seîd li kola El-Hebîb Borqêbe gerî ku li giliyên welatiyan guhdar bike û piştre berê xwe da avahiya Wezareta Hundirîn.

Serokê Tunisê Qeyse Seîd hefteya borî xebatên parlamentoyê û hikumeta di bin serweriya tevgera El-Nehda ya îxwanî de cemidandin.

(fr)