​​​​​​​Tîma El-Mehebê di turnovaya fotbolê ya Şêxmeqsûd û Eşeriyê de hat tacîdarkirin

Îro turnovaya fotbolê ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku Yekitiya Werzîşê ya taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê li dar xistiye bi tacîdarkirina tîma El-Mehebê bi dawî bû.

1 tebax, 2021   18:31
HELEB

Turnovaya fotbolê ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di 12’yê Tîrmeha borî de li ser asta Helebê dest pê kir. Turnova li Stada Berxwedanê ya taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dar ket.

Di turnovayê de 16 tîmên ji taxa Şêxmeqsûd û ji derveyî taxê beşdar bûn, ev tîm wek koman lîstin, her 4 tîm di komekê de lîstin.

Îro jî maça dawî di navbera tîmên Cûdî û El-Mehebê de li ser Stada Berxwedanê ya taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi beşdariya bi dehan şêniyan li dar ket.

Maç bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre maç di navber tîmên Cûdî û El-Mehebê de dest pê kir. Tîma El-Mehebê bi 6 golan li hember tîma Cûdî bi 3 golan bi ser ket.

Yekitiya Werzîşê tîma El-Muhebê ku hatiye tacîdarkirin û tîma Cûdî xelat kir.

(fr)

ANHA