Şêniyên Girkê Legê tevkariya PDK’ê bi dagirkeriya Tirk re şermezar kir

Bi sedan şêniyên Girê Legê û gundewarên wê bi meşekê êrişên dagirkirina Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û tevkariya PDK’ê bi dagirkeriya Tirk re şermezar kirin.

Şêniyên Girkê Legê tevkariya PDK’ê bi dagirkeriya Tirk re şermezar kir
1 tebax, 2021   18:20
QAMIŞLO

Şêniyên Girê Legê bi armanca şermezarkirina êrişa PDK’ê ya li dijî gerîla ya li herêma Xelîfan ku di encamê de 3 gerîla şehîd bûbûn meşek li dar xist, her wiha êrişa dagirkeriya Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Meş ji Qada Şehîd Xebat Dêrikê ve dest pê kir û li tevahî kolanên sereke geriya û li gel wê diruşmên şermezarkirina kiryarên PDK’ê hatin şermezarkirin.

Meş li naverasta navçeyê vegerî mîtîngê, dûvre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Qehreman Mihemed axivî û wiha got: "Dijminê me hewl dide me bi tevahî rê û rêbazan qir bike. Lê em ê li ber xwe bidin û bi ser kevin."

Mihemed wiha gotina xwe berdewam kir: "Dewleta Tirk hewl dide şerê navxweyî bi rêya PDK’ê pêk bîne, êrişa PDK’ê ya li dijî gerîla jî nîşaneya vê yekê ye."

Mihemed da zanîn ku gel piştgiriya berxwedana gerîla dike, ji ber gerîla hebûna Kurd û Kurdistanê ye.

Meş bi diruşmên silavkirina şehîdan û şermezarkirina kiryarên PDK’ê bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/l4QOMWlc-pc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>