Di civîna salane ya meclisên leşkerî yên QSD’ê de rêzikname tê nîqaşkirin

Civîna salane ya meclisên leşkerî yên QSD’ê ya li Hesekê li dar ketiye bi nîqaşên li ser rêziknameyê ji ragihandinê re girtî dewam dike.

Di civîna salane ya meclisên leşkerî yên QSD’ê de rêzikname tê nîqaşkirin
1 tebax, 2021   14:13
HESEKÊ

Vê sibehê civîna salane ya meclisên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi beşdariya fermandarên meclisên leşkerî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şandeyeke ji Koalîsyona Navneteweyî, rayedarê Rêveberiya Xweser, şandeyek ji Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Partiya Sûriya Pêşerojê, şandeyeke ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi serokatiya endamê desteya rêveber Ekrem Hiso, rayedarên partiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rûspiyên eşîrên Kurd û Ereban, Hêzên Erka Xweparastinê, Kongreya Star û nêzî 500 delegeyan li bajarê Hesekê dest pê kir.

Civîn bi diruşma  bi diruşma "Hêzên Sûriya Demokratîk misogeriya destkeftiyên şoreşê û rizgarkirina herêmên dagirkirî û parastina wan e" tê lidarxistin.

Di civînê de Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî wiha got: "Ked û xebata me ji bo vegerandina koçberan li warên wan e, her wiha em ê şerê li dijî DAIŞ’ê berdewam bikin. Divê aliyên navneteweyî piştgiriya QSD’ê di pêkanîna erkên xwe de bikin. Em ji bo diyalogê bi çi aliyekî re hewl dide krîza Sûriyê çareser bikin jê jî hikumeta Şamê, amade ne."

Dûvre fermandarê Hêza Erkên Hevbeş-Pêngava El-Ezem El-Selib Paul t. Calvert axivî û spasiya rola QSD’ê ya pêşeng di têkbirina çeteyên DAIŞ’ê de ji aliyê erdnîgarî ve kir. Piştre Hevseroka MSD’ê Emîne Umer, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mehbaş axivîn.

Piştî axaftin bi dawî bûn, xebatên civînê ji dezgehên çapemeniyê girtî dewam kirin. Li gorî çavkaniyê şopîner ê ji hundirê civînê, nîqaş li ser destkeftiyên par hatin kirin. Niha jî nîqaş li ser rêziknameyê tê kirin. Piştî nîqaşa li ser rêziknameya QSD’ê bi dawî bibe, dê plansaziya sala bê were diyarkirin û dûvre daxuyaniyek were xwendin.

(fr)

ANHA