Şêniyên kantona Qamişlo li dijî siyasetên PDK`ê serî hildan

Bi hezeran şêniyên bajar û bajarokên kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a faşîst li ser Başûrê Kurdistanê daketin qadan û bang li PDK`ê kir ku dev ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde.

1 tebax, 2021   12:21
 QAMIŞLO

Şêniyên kantona Qamişlo bi meşekê êrişa hêzên PDK`ê li dijî gerîla li herêma Xilîfan a Başûrê Kurdistanê şermezar kir û destnîşan kir ku divê têkoşîn li dijî siyasetên PDK`ê û dewleta Tirk bilind bibe.

Îro Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û xiyaneta PDK`ê meşek lidar xist. Meş ji çerxerêya El-Şerq a rojhilatî bajarê Qamişlo dest pê kir û ber bi çerxerêya Sonî ve çû.

Meş li çerxerêya Sonî veguherî mitîngê. Di mitîngê de Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Mehsûm Hesen got, dewleta Tirk xwe li ser qirkirina gelên Rojhilata Navîn, ava dike.

Hesen destnîşan kir ku divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê û PDK`ê ji tevger û xiyaneta ji gelê xwe re, şerm bikin.

Mehsûm Hesen di axaftina xwe de diyar kir ku divê PDK`ê dev ji kiryarên xwe yên xeternak berde, ji ber ku  bandorên xwe yên xeter li ser pêşeroja gelên herêmê hene.

DÊRIK

Bi heman armancê meş li Dêrikê jî hate lidarxistin. Meş ji qada Azadî dest pê kir û ber bi dêra Marşimonî ve çû.

Di meşê de pankartên "Meşa rûmetê li dijî dagirkerî û xiyanetê" û "gerîla pêşeroj û rûmeta mirova ye" hatin hildan.

Meş li dêra Marşimonî veguherî mitîngê. Di mitîngê de endamê PYD`ê Hisên Remedan êrişên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re şermezar kir û wiha axivî: "Di vê pêvajoyê de tê xwestin ku kongreyê neteweyî yê kurdistanî li hember komployên ku li dijî gelê Kurd têne kirin, were lidarxistin."

TIRBESPIYÊ

Şêniyên navçeya Tirbespiyê jî bi meşekê hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re şermezar kir. Di meşê de êrişên PDK`ê li dijî gerîla hate şermezarkirin û hate piştrastkirin ku sûcên bi vî awayî xizmeta dewleta Tirk dike.

Meş li pêşiya navenda Kongreya Star veguherî mitîngê.

Di mitîngê de ji rêveberên Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê Nalîn Temo wiha axivî: "Hikûmeta Erdogan bi hemû rêbazan hewl dide ku şoreşa Rojava û yekitiya kurdî têk bibe. Em bang li PDK`ê dikin dev ji helwestên xwe yên ku xizmeta dewleta Tirk dike, berde."

Paşê ji rêveberên meclisa navçeya Tirbespiyê Nesîm Mûrad jî ev tişt anî ziman: "Sedema sereke ji têkbirina şoreşên kurdî ku di nava dîrokê de hatin kirin, xiyanet bû. Divê gelê Kurd li hember siyasetên xiyanetê ku li dijî wan têne kirin, bisekinin."

ÇILAXA

Bi diruşmeya "Ji şer re na, dem dema yekîtiya neteweyî ye" gelê navçeya Çilaxa meşek li dar xist û êrişên PDK'ê û dewleta Tirk ên li ser herêmên gerîla şermezar kir.

Meş ji çerxerêya şehîd Mehsûm dest pê kir û li kolana sereke ya navçeyê dewam kir.

Xwepêşandêran diruşmeyên "Bijî berxwedana Avaşîn, Metîna, Zap, bijî berxwedana gerîla, bê serok jiyan nabe, bimire xiyanet"beriz kirin.

Meş li çerxereya şehîd Mehsûm veguhirî mitingê.

Yek ji rêveberên Hêzên Parastina Civakê li navçeya Çilaxa, Mihemed Ebas got êrişên PDK'ê yên li dijî şervanên azadiyê ne tesadufî û wiha dom kir: "43 sal in êrişên li dijî gelê Kurd ranawestin, tevî wê jî serî netewandin û her tim li ber xwe dan. "

Mihemed Ebas got: "Ger bê xwestin, em ê zarokên xwe bişînin çiyayan da ku bibin alîkar û piştgiriyê bidin şervanên azadiyê li dijî dewleta Tirk."

TIL BIRAK

Meclisa navçeya Til Birakê jî bi heman armancê meşek organîze kirin. Meş çerxerêya şehîdan destpê kir.

Meş li çerxerêya Til Birak veguhirî mitingê. Hevseroka Meclisa Navçeya Til Birak Emîne Xelêf êrişa hêzên PDK'ê li dijî gerîlayên li herêma Xilêfan şermezar kir.

Emîne piştrast kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê, berdewamiya sûcên dagirkeriyê yên qutkirina ava li ser milyonan sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xerabkirina gorên şehîdan e.

Bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla hemû hemû miting bidawî bûn.

TIL KOÇER

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4CRaAb5itEo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi sedan şêniyên navçeya Til Koçer jî vê sibehê ji pêşiya parka rêber Ocalan dest bi xwepêşandanê kirin. Şênî di kolana sereke ya navçeyê re geriyan û dirûşmên şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê berz kirin. Xwepêşandan li navarasta navçeyê veguherî mîtîngê. Li wir bi navê Meclisa Navçeya Til Koçerê endamê meclisê Salih Mihmêdî wiha axivî: “Em kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk bi hevkariya PDK`ê li Başûrê Kurdistanê pêk tîne, şermezar dikin.” Mihmêdî diyar kir ku armanc ji hevkariya PDK`ê û AKP`ê ew ku şer di navbera gelan de berdewam bike. Mihmêdî wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em li kêleka gerîla ne, ji ber ku ew ji ber tevahî gelê Kurd ve şer dikin.”

(bx-dx)

ANHA