YPG`ê îdiayên dewleta Tirk li derewê qeliband

Yekîneyên Parastina Gel, îdiayên Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk ên kuştina 3 şervanên YPG`ê li herêmên dagirkirî derewand.

YPG`ê îdiayên dewleta Tirk li derewê qeliband
1 tebax, 2021   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk îdia kiribû ku li herêmên dagirkirî 3 şervanên YPG`ê hatine kuştin.

Têkildarî mijarê îro Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser hesabê xwe yê tiwîtterê wiha got, “Wezareta Berevaniya dewleta Tirk di çarçoveya şerê taybet de belavkirina nûçeyên derew berdewam dike.

Li herêma navborî ti tevgera hêzên me tune ye û ev nûçe dûrî rastiyê ye.”

(cx)