YJA Starê çalakiya suîqastê kir; dagirkerek hate cezakirin

Gerîlayên YJA Starê di çarçoveya Pênagava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li qada Zendûrayê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke suîqastê li dar xist. Di çalakiyê de leşkerekî Tirk hate cezakirin.

YJA Starê çalakiya suîqastê kir; dagirkerek hate cezakirin
1 tebax, 2021   10:34
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di daxuyaniya niviskî de wiha got:

''Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê li herêma Metîna;

31'ê Tîrmehê saet 18:40'î li qada Zendûra li dijî dagirkerên li Girê Azad çalakiyeke suîkastê hatiye kirin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kirine, di vê çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin.

29'ê Tîrmehê kûçekek hatiye bêbandorkirin ku artêşa TC'ê kamera pê ve girêdabû û xwestibû bişîne tûnelên şer. 30'ê Tîrmehê saet 20:00'an û 31'ê Tîrmehê saet di navbeyna 09:30'an- 21:10'an de tûnelên şer ên li qada Werxelê ya Avaşînê hatine bombekirin.

31'ê Tîrmehê saet 16:00'an tûnelên şer ên li qada Girê Sor a herêma Avaşînê bi teqemeniyan hatiye bombekirin.

31'ê Tîrmehê saet di navbeyna 21:00-00:40'î de li herêma Avaşînê, li Girê Spî, Girê Sor, Mervanos, Banista û Tabûra Ereban tevgera helîkoptêran çêbûye. Di navbeyna 21:00-22:00'an de qada Stûna bi helîkoptêran hatiye bombekirin.

31'ê Tîrmehê saet di navbeyna 23:00-01:00'an de herêma Zapê, qelaçên Herfa T, Girê Şeghîd, Simko bi helîkoptêran hatiye bombekirin û saet di navbeyna 00:30'an û 01:30'î qada Çemço bi obûsên qereqolên li ser xeta sînor hatine bombekirin.

Ji ber van êrîşên artêşa TC'ê ya dagirker ti ziyan nehatiye ser hêzên me.''

(cx)