Rêveberiya Xweser 14 zarok û 5 jinên DAIŞ'î radestî hikumeta Arnawidê kirin - HATA NÛKIRIN

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 14 zarok û 5 jinên DAIŞ'î radestî hikumeta Arnawidê kirin.

Rêveberiya Xweser 14 zarok û 5 jinên DAIŞ'î radestî hikumeta Arnawidê kirin - HATA NÛKIRIN
31 tîrmeh, 2021   17:40
QAMIŞLO

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  bi kongreyeke çapemeniyê 14 zarok û 5 jinên DAIŞ'î radestî hikumeta Arnawid (Albanyayê) kirin.

Radestkirin vê êvarê di kongreyeke çapemeniyê de li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişloyê pêk hat.

Ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Umer û ji aliyê hikumeta Arnawidê ve Konsulê giştî yê Arnawidê yê li Sûriyê, Lubnan û Urdunê Mark Gharib û şandeyeke ewlehiyê ya pê re ku ji mîralayî Glides Nano, rêvebirê Nivîsgeha Têkoşîna li Dijî Terorîzm û Tundrawiyê di Dezgeha Ewlekariya Navxweyî ya Arnawidê de û alîkarê mîralayî Gildis Nano ji bo operasyonan Andret Dude pêk dihat, beşdarî kongreyê bûn.

Her du aliyan civîneke ji ragihandinê re girtî li dar xist. Piştre protkola radestkirina jin û zarokên malbatên çeteyên DAIŞ'ê îmze kirin.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Umer diyar kir ku ev  serdana duyemîn a şandeya Arnawidê ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, beriya jinek û 4 zarok radestî wê hatin kirin û îro jî 5 jin û 14 zarok hatin radestkirin.

Omer her wiha got: "Siyaseta me zelal e, em ji hemû dewletan dixwazin ku berpirsyartiyên xwe yên li hemberî zarokan bi cih bînin, ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku ew zarok bêguneh in, tenê bûne qurbanî ne. Divê hemû dewlet berpirsyartiyên xwe li hemberî wan bi cih bînin û wan vegerînin."

Ebdulkerîm Omer diyar kir ku ji bo jinan ên ku destên wan di sûcên li herêmê de tunene divê welatên wan berpirsyartiyên xwe bi cih bînin û got: "Lê jinên ku li herêmên sûc pêk anîne û belgeyên vê yekê hene, em wan radest nakin, ew ê sewqî dadgeha ku were avakirin bibin."

Omer spasiya hikumeta Arnawida kir û got, mixabin hîna gelek dewlet hene berpirsyariyên xwe yên li hemberî welatiyên xwe ranakin.

Konsulê giştî yê Arnawidê yê li Sûriyê, Lubnan û Urdunê Mark Gharib spasiya Daîreya Têkiliyên Derve kir û wiha got: "Hikumeta Arnawidê hewl dide ku zarokên xwe derveyî welat nehêle, em ê kar bikin heta ku hemû zarokan vegerînin welat û wan perwerde bikin da ku bi rûmet bijîn, ji ber ku gunehê wan tunene û nizanin wê bi ku derve ve biçin."

Gharib xîtabî Rêveberiya Xweser kir "We barekî giran rakiriye, ne tenê barê zarokên Arnawidî, di heman demê barê welatiyên ji hemû welatan ên ku bavên wan beşdarî şerê terorî li vê herêmê bûn, hilgirtiye, tu kes û civaka navneteweyî vê qebul nake."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Kt7XrRxalMY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>