Mîhrîcana Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer bi belavkirina xelatan bi dawî bû

Koma Şehîdên Qereçox, xelata yekemîn, Koma Qamişlo xelata duyamîn û Koma Kobanê xeleta sêyemîn a Mîhrîcana Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer standin.

Mîhrîcana Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer bi belavkirina xelatan bi dawî bû
31 tîrmeh, 2021   17:39
HESEKÊ

Mîhrîcanê Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer a 5'emîn 29'ê Tîrmehê bi dirûşma "Her govendek çîroekek û her çîrokek dîrokeke" li Navenda Serdem a Çand û Hunerê ya taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê dest pê kir. Ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 16 komên govendê beşdarî mîhrîcanê bûn.

Mîhrîcan di roja sêyemîn de bi belavkirin xelatan li komên serkeftî bi dawî bû.

Bernameya mîhrîcanê ya roja dawî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre 6 komên mabûn; Koma Şehîdên Qereçox a ji Koçerat, Koma Şehîd Goran a ji Rimêlan, Koma Emel a ji Reqayê, Koma Şehîd Ronahî Bawer a ji Dirbêsiyê, Koma Çiyayê Kurmênc a ji Efrînê û Koma Şehîd Welat a ji Qamişlo govend pêşkêş kirin.

Di dawiya mîhrîcanê de xelat li 16 komên beşdar, ragihandina azad û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin belavkirin. Koma Şehîdên Qereçox, xelata yekemîn, Koma Qamişlo xelata duyamîn û Koma Kobanê xeleta sêyemîn a mîhrîcanê wergirtin.

ANHA