Heyva Sor a Kurd 4 ton derman ji rêxistineke mirovî wergirt

Heyva Sor a Kurd 4 ton derman ji Rêxistina Mirovî ya Nehrî wergirt.

Heyva Sor a Kurd 4 ton derman ji rêxistineke mirovî wergirt
31 tîrmeh, 2021   16:00
QAMIŞLO

Rêxistina Mirovî ya Nehrî 4 ton ji cûreyên derman û madeyên tibî di deriyê Sêmalkayê re ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re. Alîkarî ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve hate wergirtin.

Di dema wergirtinê de, Hevserokê Heya Sor a Kurd a herêma rojhilat Dr. Ehmed Şêxmûs ji ANHA'yê daxuyand ku ev cara sêyemîn e ku Rêxistina Mirovî ya Nehrî dermanan pêşkêşî Heyva Sor a Kurd dike.

Şêxmûs diyar kir ku miqdara alîkariyên hatine şandin derdora 4 tonan e, piraniya wan ji madeyên dezenfektekirin û dermanên nexweşiyan jinan in.

Ehmed Şêxmûs spasiya Rêxistina Nehrî kir.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yFxulNWx0qA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>