'Rizgarkirina herêmên dagirkirî yek ji stûnên sereke yên çareserkirina aloziya Sûriyê ye'

Bedran Çiya Kurd got, rizgarkirina herêmêndagirkirî erkekî pêşîn û sereke ye û yek ji stûnên sereke yên çareserkirina aloziya Sûriyê ne.

'Rizgarkirina herêmên dagirkirî yek ji stûnên sereke yên çareserkirina aloziya Sûriyê ye'
31 tîrmeh, 2021   16:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk a bajarê Essen ê Almanyayê bi amadebûna kurdên li Almanyayê, nûnerên partî û rêxistinên kurdî civînek li dar xist. Civîn bi armanca nirxandina rewşa siyasî, leşkerî û rêveberî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd rewşa siyasî û meydanî li Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê bi taybet nirxand. Çiya Kurd bal kişand ser girîngiya parastina destkeftiyên ku Rêveberiya Xweser bidest xistine.

Çiya Kurd her wiha îşaret bi xeteriyên dewleta dagirker ên li ser projeya Rêveberiya Xweser û gelên herêmê kir.

Bedran Çiya Kurd di nava axaftinên xwe de bal kişand ser berjewendiyên navneteweyî û herêmî li Sûriyê û peymanên navneteweyî yên li dijî gelê Kurd mîna Peymana Lozanê bi bîr xist û wiha domand: "Peymana Lozana sedema rasterast a aloziya li herêmê ye, tiştên ku îro dibînin encamên vê peymanê ne. Tirkiyê bi hemû rêbazan hewl dide dagirkeriya xwe li herêmê bisepîne û bi armanca dagirkirina herêmên din tevliheviyê derdixîne."

Çiya Kurd, bal kişad ser girîngiya ku kurdên li Ewropa, bi taybet li Almanyayê piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dengê gelê herêmê û berxwedana wê ya li hemberî hêzên dagirkeriya Tirk bighînin raya giştî ya cîhanê.

Bedran Çiya Kurd rizgarkirina herêmên dagirkirî erkên pêşîn ne û yek ji stûnên sereke yên çareserkirina aloziya Sûriyê ne, bêyî rizgarkirina van herêman axaftin li çareserkirinê nabe.

ANHA