​​​​​​​Rêveberiya Minbicê bi şêniyan re civiya

Bi armanca şîrovekirina rewşa herêmê û guhdarkirina şêniyan, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û gundewarê wê dest bi rêzecivînan kir.

​​​​​​​Rêveberiya Minbicê bi şêniyan re civiya
​​​​​​​Rêveberiya Minbicê bi şêniyan re civiya
​​​​​​​Rêveberiya Minbicê bi şêniyan re civiya
​​​​​​​Rêveberiya Minbicê bi şêniyan re civiya
​​​​​​​Rêveberiya Minbicê bi şêniyan re civiya
​​​​​​​Rêveberiya Minbicê bi şêniyan re civiya
31 tîrmeh, 2021   15:46
MINBIC

Li gundên Farat, Muhteriq, Til Hûzan, Ebû Qelqel, Heyê û Yasta civîn ji şêniyan re hatin lidarxistin. Civîn bi koordîniya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Jinan, Meclisa Edaleta Civakî û meclisên gundên naborî hatin lidarxistin.

Armanca Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û gundewarên wê ji van civînan, guhdarkirina şêniyan, nîqaşkirina mijarên girêdayî rewşa herêmên û rewşa xizmetguzarî, rêbazên çareserkirina pirsgirêkan e.

Di civîna li gundê Farat ê rojavayê bajarê Minbicê de piştî deqeya rêzgirtin, Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbic û Gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo rewşa herêmê nirxand.

Şêxo got, ji destpêka şoreşa buharên erebî ve herêmên Rojhilata Navîn di nava krîzê û rewşa hegemoniyê de ne û got: "Li Sûriyê armanca hemû dewletên hegemon parastina herêmên serweriya xwe û bidestxistina qezenciyan e."

Şêxo di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser provaksyonên ku di demên dawî de li Minbicê derketin û wiha domand: "Ev provakasyon bi destê ajnîdeyên derve pêk hatin, mijara xizmetguzarî û kombûna derfetan, mijara erka xweparastinê kirin hincet. Lê li pey van provakasyonan armancên ajîndeyên derve hebûn, ew e ku herêmên bixin bin serweriya xwe û ewlehiya wê xirab bikin."

Mihemed Xêr Şêxo diyar kir ku şêniyên Minbicê bi zanebûn û hişyarbûna xwe ew hewldan vala derxistin.

Piştre deriyê nîqaşan li pêşiya beşdaran hate vekirin. Nîqaş li ser girîngiya başkirina akîteya nan, peydakirina derman, alîkardayîna bi cotkdarên ku erdên wan nêzî eniyên şer in, peydakirina sotemeniyê û êmên sewalan û zêdekirina saetên kehrebeyê ji gundan re.

Tê payîn ku mîna vê civînê sibe li aliyê rojava û rojhilatê bajar werin lidarxistin.

ANHA