Şêniyên Til Koçerê banga teşhîrkirina siyasetên PDK û dewleta Tirk kirin

Meclis û saziyên navçeya Til Koçerê êrişa hêzên PDK'ê yên li ser gerîlayan li herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û banga teşhîrkirina siyasetên PDK û dewleta Tirk kirin.

Şêniyên Til Koçerê banga teşhîrkirina siyasetên PDK û dewleta Tirk kirin
31 tîrmeh, 2021   13:25
QAMIŞLO

Endamên meclis û saziyên navçeya Til Koçerê li pêşiya avahiya meclisê kom bûn û têkildarî êrişa hêzên PDK'ê ya li ser gerîlayan li herêma Xelîfan a Başûrê Kurdistanê daxuyanî da.

Semîra El-Metrûd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, di demekê de ku hêzên gerîla derbên giran li artêşa Tirk didin, hêzên girêdayî PDK'ê li herêmên şer bi cih dibin û kemînek ji gerîlayan re danîn, di encamê de 3 gerîla şehîd bûn.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Em li navçeya Til Koçerê bi hemû pêkhate û saziyên wê vê kiryara derexlaqî ya ji aliyê hêzên pêşmergeyên PDK'ê ve şermezar dikin û ji cîhanê re asta qirêjiya hevkariya di navbera PDK û artêşa Tirk de ya li dijî gerîlayan diyar dikin. Tişta ku PDK'ê dike siyaseteke pir xeter e û dê tevahî destkeftiyên gelê me têxe talûkeyê."

Her wiha hate gotin: "Êrişên li ser hêzên gerîla êrişa li ser hevgirtin û nirxên gelê me ye. Li ser vê yekê em bang li tevahî hêzên Kurdistanî dikin ku li hemberî van siyasetên qirêj û xeter bisekinin. Her wiha bang li PDK'ê dikin ku dev ji kiryarên xwe berde ji ber ku li ser pêşerojê gelê me xeter e. Dîsa em bang li gelê xwe dikin ku siyasetên qirêj ên PDK û hikumeta Tirk teşhîr bikin."

) bb)

ANHA