SOHR: Tê gotin wê 130 kes ji Derayê ber bi Bakurê Sûriyê ve bên şandin

SOHR`ê ragihand ku piştî çend saetan ji aramiyê, hêzên hikumeta Şamê û hêzên Furqeya 4`an bajarê Dera El-Beled û rêya bendavê bi moşekan hedef girtiye. Tê gotin ku wê dê 130 kes ber bi bakurê Sûriyê ve werin şandin.

SOHR: Tê gotin wê 130 kes ji Derayê ber bi Bakurê Sûriyê ve bên şandin
31 tîrmeh, 2021   12:57
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê û hêzên Furqeya 4`an aramiya ku li Derayê serwer bû xirab kirin û bi moşekan taxên Dera El-Beled û rêya bendavê hedef girtin. Hemwextî wê yekê Dera El-Beled bi çekên navîn hate hedefgirtin. Agahiyên li ser kuştî û birîndaran nehatin bidestxistin.

Di demekê de ku danûstandin dewam dikin, agahî hene ku lihevkirinek pêk hatiye û li gorî wê dê 130 kes ber bi Bakurê Sûriyê ve bên şandin. Agahiyên têkildarî bendên din ên lihevkirinê heta vê kêliyên nehatine ber dest.

Çekdarên herêmî bi navbeynkariya “Lîwaya 8`an” a alîgirê Rûsya, leşkerên hêzên hikumeta Şamê yên li gundewarê rojhilatê Derayê hatibû dîlgirtin radestî Lîwaya 52`an kirin. Çekdaran hejmareke dîlgirtiyên hikumeta Şamê li gundewarê rojavayê Derayê hiştin.

Vê sibehê endamên li ser bendeke kontrolê ya girêdayî îstixbarata hewayî ya li ser rêya Nemir-Xirbet Xezalê li rojhilatê Derayê, gule li zarokekî û mêrekî ku berê xwe dabûn firina li Xirbet Xezalê reşandin. Di encamê de zarok hate kuştin û kesê pê re birîndar bû.

Ji ber êrişên hêzên hikumetê, duh zêdetirî 10 hezar welatî ji herêmên Dera El-Beled, Sed, Muxeyem koçberî taxên Dera El-Meheta bûbûn.

(cx)