Navenda Jineolojiyê ya Kobanê civînek  li ser xwekuştinê li dar xist

Navenda Lêkolînên Jineolojiya ya Kobanê civînek li dar xist, tê de encamên lêkolîn, sedemên xwekuştin û çareseriyên wê eşkere kirin.

Navenda Jineolojiyê ya Kobanê civînek  li ser xwekuştinê li dar xist
Navenda Jineolojiyê ya Kobanê civînek  li ser xwekuştinê li dar xist
Navenda Jineolojiyê ya Kobanê civînek  li ser xwekuştinê li dar xist
Navenda Jineolojiyê ya Kobanê civînek  li ser xwekuştinê li dar xist
Navenda Jineolojiyê ya Kobanê civînek  li ser xwekuştinê li dar xist
Navenda Jineolojiyê ya Kobanê civînek  li ser xwekuştinê li dar xist
31 tîrmeh, 2021   13:54
KOBANÊ

Di civîna ku li Akademiya Şehîd Şîlan a li Kobanê hatiye organîzekirin de, bi dehan endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endama Navenda Lêkolînan a Jineolojiya ya Kobanê Rîma Ehmed axivî û behsa armanca civînê, lêkolîn û serjmariya ku navendê li ser xwekuştin û sedemên wê yên li herêma Firatê bi taybet kir.

Rîma Ehmed wiha got: "Di lêkolînê de behsa sedemên xwekuştin û bandorên belavbûna wê li herêma Firatê, şîrovekirina rewşa civakê, girêdana di navbera şoreşa jin û bertekên dijber de hatin kirin, her wiha  nêrîna saziyan ên têkildarî dozên jinan û rewşên xwekuştinê li Kobanê hatin girtin."

Rîma Ehmed diyar kir ku ew hewl didin di lêkolîna xwe de çare û pêşniyarên ji bo bidawîkirina rewşên xwekuştin bibînin, destwerdanê li pirsgirêkên civakî yên jinan bikin, qanûnan aktîf bikin û girîngiyên bidin nirxên exlaqî yên civakê.

Li aliyekî din jî endama rêveber a Navenda Lêkolînan a Jineolojiya ya Herêma Firatê Denîz Firat destnîşan kir ku lêkolîna ku navnedê amade kiriye girîngiyê dide nêrînên civakê û jinan bi taybet ên herêma Firatê, her wiha li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê belavkirin.

Beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman, girîngiya zêdekirina asta perwerdekirina civakê bi giştî, jin û ciwanan destnîşan kirin. Her wiha hate gotin, xwekuştin rêbazekî şerê taybet e ku dewletên dijber ji bo hilweşandina civakê bi kar tînin.

Beşdaran da zanîn ku divê tevahî karmendên di sazî, tevger û saziyên jinan de xwe bigihînin her malekê û tevahî çînên civakê perwerde bikin.

Ev civîn a yekemîn li herêma Firatê li dar dikeve, tê payîn rêzecivînên mîna vê li tevahî saziyên Rêveberiya Xweser û navçeyan werin organîzekirin.

(fr)

ANHA