Hêzên Ewlekariya Hundirîn detayên êrişa duh li başûrê Kobanê eşkere kir

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Sirînê ya başûrê Kobanê Hecî Oso piştrast kir ku teqîna ku duh li gundê Qumçî rû da, di encama êrişa balafireke bê mirov a girêdayî dewleta Tirk li dijî du erebeyên sivîl de, pêk hat.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn detayên êrişa duh li başûrê Kobanê eşkere kir
31 tîrmeh, 2021   12:55
KOBANÊ

Duh di saetên nîvro de balafireke bê mirov a girêdayî dewleta Tirk du erebeyên sivîl li gundê Qumçî (25 km dûrî bajarê Kobanê ye) û li ser rêya Kobanê-Helebê ye bombebaran kir. Di encamê de zirarên madî çêbûn.

Têkildarî mijarê ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a navçeya Sirîn Hecî Oso ji ANHA`yê re wiha got: "Piştî ku me hemû tedbîrên pêwîst girtin û me cihê teqîn baş lêkolîn kir hate piştrastkirin ku teqîn ji ber bombebarana balafireke bê mirov ji du erebeyên sivîl re pêk hatiye wek ku dewleta Tirk her carê vê yekê dike."

Hecî Oso diyar kir ku ev ne cara yekemîne ku balafirên dewleta Tirk mal û erebeyên sivîlên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef û armanca dewleta Tirk ji vê yekê ku tevlîheviyê derxîne, her wiha aramî û ewlehiya herêmê têk bike.

Her wiha Oso destnîşan kir ku di encama teqînê de tenê zerarên madî û tu kes tiştek nebû.

Oso di axaftina xwe bang li şêniyan kir û ev tişt anî ziman: "Em weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji şêniyan re dibêjin ku em ê li gorî berpirsiyariya xwe bin da ku rê li çi hewldana dewleta Tirk a tirsandina sivîlan û neçarkirina koçberiyê, bigirin."

Tê zanîn ku dewleta Tirk her demekê bi rêya balafirên bê mirov mal û milkên sivîlan bombebaran dike. Par jî dewleta Tirk malek li gundê Hilinc ê Kobanê bombebaran kir û di encama wê de 3 jin şehîd bûn.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2P4y24r7zns" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>