PYD: Li hemberî hewldanên qirkirina Kurdan wê berxwedan mezintir bibe

Partiya Yekitiya Demokratîk êrişa nîjadperest a Tirk li dijî malbata Kurd li Konyayê şermezar kir. PYD`ê teqez kir ku li hemberî hewldanên rejîma Tirk ên qirkirina Kurdan, dê îsrar berxwedanê zêdetir bibe.

PYD: Li hemberî hewldanên qirkirina Kurdan wê berxwedan mezintir bibe
31 tîrmeh, 2021   12:26
 NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokatîk (PYD) îro têkildarî êrişa li dijî malbata Kurd li Konyayê daxuyaniyek nivîskî parve kir.

PYD`ê di destpêka daxuyaniya xwe de got ku tişta li Konya ya li navarasta Tirkiyê çêbûye, komkujiyeke hov e di encamê de 7 kesên Kurd ji heman malbatê pêş çavên hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê de hatin qetilkirin. PYD`ê diyar kir ku Ev yek sedemên nîjadperest û netewperestiyê nîşan dide, ku Erdogan ji dema hatî ser deshilatê ve li ser kar kir û dezgehên wî yên çapemeniyê jî li dijî Kurdan bi pêş xist.                   

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev sûcê hov ku zilamên mafyaya Erdogan pêk anîne, ne sûcê yekemîn e û dê ne yê dawî be jî. Ev sûcên li dijî sivîlên Kurd pêk tên, encama zihniyeta nîjadperest e ku ji beriya bi sedan salan ve desthilata Tirkiyê pê welêt hikum dike.”

PYD`ê bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî yên têkildarî mafên mirovan kir ku li hemberî kiryarên rejîma Tirk yên dijberî gelan û bi taybetî dijberî gelê Kurd, bi berpirsiyariyên xwe rabin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku li hemberî hewldanên “hevbendiya faşîst” a rejîma Tirk ên qirkirina Kurdan û koçberkirina wan bi darê zorê, dê îsrara brexwedanê heta bidestxistina hemû mafên rewa yên gelê Kurd zêdetir bibe.

(cx)

ANHA