10 sal ceza li endamên şebekeyeke nelirêtiyê hate birîn

2 endamên şebekeyeke gendeliyê ku di nava QSD’ê de xwe bi rêxistin kiribûn û bi milyonan dolar dizîne û nelirêtî kirine, 10 sal ceza li wan hatiye birîn.

10 sal ceza li endamên şebekeyeke nelirêtiyê hate birîn
10 sal ceza li endamên şebekeyeke nelirêtiyê hate birîn
10 sal ceza li endamên şebekeyeke nelirêtiyê hate birîn
31 tîrmeh, 2021   06:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Derkete holê ku endamên şebekeya diziyê ku ji hêla Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hatine girtin, şebekeya sûcê ya organîzekirî ava kirine, bi gendelî, dizî û belgeyên sexte bi milyonan dolaran sazî şelihandine.

Kesên ku Nîsanê bi operasyonekê hatin destgîrkirin û lêpirsîna wan hatî kirin, sûcê wan ji hêla dadgehê ve hate tespîtkirin. Derkete holê şebekeya dizî û şelihandinê ku di nav QSD’ê de xwe bi rêxistin kirî bi milyonan dolar pere bi dest xistine.

çavkaniyekî ji QSD’ê ragihand ev operasyona ku hatî birêvebirin gel destekeke zêde daye wan û diyar kir ew ê têkoşîna dijî kesên ku sûc kirine bidomînin.

DI NELIRÊTIYÊ DE RÊ Û RÊBAZÊN CUDA HATINE BIKARANÎN

Derkete holê ku endamên rêxistina sûcê organîzekirî ya bi navê (S.F.T) û (A. Y. E) ku ji hêla QSD’ê ve hatibûn girtin û di Nîsanê de ew veguhestibûn dadgehê li sinayiya leşkerî bi milyonan dolarên wan derketine holê.

Di belgeyan de derkete holê ku bazirganê bi navê (S. F. T) li herêma sinayî ya leşkerî bi pereyan gelek peywirdar kirîne û bi tora ku ava kirî bi milyonan dolar diziye. Endamê çete yê bi navê (S.F.T) yê tora diziyê nasnameya bazirganiyê bi kar aniye û wiha xwe nixumandiye.

Rê û rêbazên ku di dizî û gendeliyê de hatine bikaranîn balkêş in. (S.F.T) di serî de pêdiviyên sinayiya leşkerî her wiha bi sedan alavên ji beşên cuda yên kar 7-8 caran zêdetir nirxên piyasetê firotiye, her wiha pêdiviyên ku şandiye saziyên leşkerî 3-4 caran lê zêdetir nîşan daye û ji vir jî pereyên neheq bi dest xistine.

Rêbazeke din jî ku kesê navborî di dahata neheq de bi kar aniye, alavên qelîteya wan kême, weke ku orjînal bin an jî li gorî hilberîna Ewropayê be fatûre biriye.  Endamên şebekeyê bi vî rengî pereyên mezin lê dane.

Rêbazeke dî ku di diziye de hatî bikaranîn jî, pêdiviyên ku di depoya şîrketê de li ber rizandinê bûn di ser tora ku ava kirî şandiye sinyayiya leşkerî. Bi vî rengî alavên ku ti qîmeta xwe nîne û dema wan a bikaranînê qediyaye bi bihayekî zêde kiriye pere û ziyaneke mezin daye saziyan.

Di vê organîzasyona sûc de kesê bi navê (S.F.T) derketî pêş û di dizî û şelihandinê de bi belgeyan lîstiye. Rêbaza ku li vir bi kar aniye jî balkêş e. Piştî ku nelirêtiya (S.F.T) derneket holê ji beşa muhasebe heta bi arşîvê pere dane gelek xebatkarên ji beşên cuda û arşîv, fatûra bi wan daye şewitandin. Bi vî rengî nehiştiye ku diziya ku kirî derkeve holê.

 BI RENGÊ RÊXISTINEKE SÛC A ORGANÎZEKIRÎ XEBITÎ NE

Yên ku tev li şebekeya avakirî bûne, rengê xebatê yê şebekeyê, şelihandina û tunekirina belgeyên têkilî van sûcan, wekî rêxistina sûc hatiye kirin. (S.F.T) ji bo ku çerxa vê şebekeyê bide domandin gelek kes bi pereyan kirîne.

10 SAL CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ

Berpirsê şebekeya dizî û şelihandinê ku li ser lêkolînan deşîfre bûyî hate girtin. Ji ber ku lêpirsîn û belgeyên ku derketin holê ji bo tespîtkirina sûc bes bûn, dadgehê 10 sal ceza da (S.F.T), her wiha miqdareke pereyan a pir mezin cezayê pereyan jî lê birî.

Dadgehê her wiha 10 sal ceza û miqdareke din a mezin ji pereyan cezayê pereyan li (A.Y.E) birî ku di nav hemû karên qirêj yên (S.F.T) de cih girtiye.

Her wiha derkete holê endamê şebekeye yê bi navê (M.İ) ku qumaşê leşkerî û alavên terzîxaneyê ji bo kargehên heman sinyayî dabîn dikir sixtekariyeke mezin kiriye.

Derkete holê ku endamê şebekeyan ê bi navê (M.İ) ji alavên terzîxanê û qumaşê leşkerî ku firotî van saziyan 900 hezar dolar dizî kiriye.

Diyar bû ku (M. İ) jî weke (S.F.T) di beşa terzîxaneya sinyayî de bi rêxistin bûye û bi heman rêbazî xebatkar bi pereyan kirîne, pêdiviyên ku firotine saziyê ji depoyan dizî ne û dîsa firotine.

Her wiha diyar bû ku (M.İ) li gel vê diziye, di qelîte û bihayan de sextekarî kiriye bi belgeyan lîstiye û bertîl daye xebatkaran.

Darizandina (M.İ) didome.

ANHA