Rojnameyên erebî: Li Derayê aramî serwer e

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa rewşa Derayê, Tûnisê û Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Li Derayê aramî serwer e
31 tîrmeh, 2021   07:46
NAVENDA NÛÇEYAN

PIŞTÎ ROJEKE BIXWÎN, LI DERYAÊ ARAMIYEKE BALDAR SERWER E

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Piştî rojeke bi xwîn ku tê de hêzên rejîmê herêm topbaran kirin û çekdarên opozîsyonê bi dehan endamên hikumetê dîl girtin, her wiha hewmextî danûstandinên di navbera nûnerên başûrê Sûriyê û hikumetê de yên bi navbeynkariya Rûsyayê, li Derayê aramiyeke baldar serwer bû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li yarîgeha Beledî ya li Derayê di navbera fermandarên ewlekariyê û efserên Furqeya 4`an a girêdayî rejîma Sûriyê ji aliyekî ve û nûnerên şêniyên Horan û komîteya navendî ya Derayê ji aliyekî din ve, hevdîtin pêk hat. Hevdîtin li ser daxwaza hêzên Rûsyayê ku çavdêriya danûstandinan dikin pêk hat, ku gereke nû ya danûstandinan dest pê kiribû lê ta niha jî bê encam e.

Li Derayê ku cihê destpêkirina xwepêşandinên gelê Sûriyê yên beriya 10 salan e, tevî ku komên opozîsyonê yên li wir lihevkirin bi hikumeta Şamê re îmze kiribûn jî, lê belê dem dem tevlîhevî, êriş û bûyerên kuştinê rû didin.

SOHR`ê ragihandibû ku li parêzgeha li başûrê Sûriyê di navbera hêzên rejîmê û komên alîgirên wê ji aliyekî ve û çekdarên herêmî ji aliyekî din ve li herêmên cuda yên parêzgehê, şerekî dijwar rû dabû.

DOZGERIYA TÛNISÊ DEST BI VEKIRIAN DOSYAYÊN TEVGERA EL-NEHDA KIR

Têkildarî rewşa Tûnisê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî:"Dozgeriya Tûnisê dîwarî tirsê rakir û dest bi vekirina dosyayên partiyeke mezin a Tûnisê kir. Çavkaniyekî ji dozgeriya Tûnisê ragihand ku 4 endamên Tevgera El-Nehda ji wan endamê Meclisa El-Şora ji ber hewldanên pêkanîna tevleheviyê li pêşiya parlamentoyê, girtin.

YEKITIYA EWROPAYÊ AMADEKARIYA CEZAKIRINA HIN KESAYETÊN LUBNANÎ DIKE

Têkildarî rewşa Lubnanê, rojnameya El-Beyan got:"Duh Meclisa Ewropayê ji bo çareserkirina rewşa Lubnanê, tedbîrên nû girtin. Li gorî daxuyaniya Meclisa Ewropayê,  wê cezayan li kesayet û aliyên ku avakirina hikumetê an jî nepêkanîna hilbijartinan asteng dikin, bibire."

Kesayet û aliyên ku ceza li wan were birîn, qedexe serdana dewletên Yekitiya Ewropayê bikin, her wiha mal û milkên wan têne cemidandin. Di heman demê de, divê kesayet û aliyên girêdayî Yekitiya Ewropayê desteka diravî nedin kesên ku ceza li wan hatine ferizkirin."

(cx)