'Birayê min em agahdar kiribûn ku ew ê dest bi greva biçîbûnê bike'

Birayê Cîhad Hesen yên ku ev 52 rojin ji aliyê PDK`ê ve hatiye revandin, Ferhad Hesen anî ziman ku birayê wî bi rêya telefonê jê re gotiye 'Ger em di roja 45`an de neyên berdan ez ê dest bi greva birçîbûne bikim'.

'Birayê min em agahdar kiribûn ku ew ê dest bi greva biçîbûnê bike'
31 tîrmeh, 2021   07:20
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

PDK`ê beriya du rojan, du endamên têkiliyên PYD`ê yên ku revandibûn serbest berdan. Lê belê ev 52 roj in hîna çarenûsa nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen ku bi wan re hatibû revandin, ne diyar e.

Birayê Cîhad Hesen, Ferhad Hesen bi rêya ajansa me metirsiya rewşa birayê xwe anî ziman û got ji rewşa birayê wî hikumeta Başûrê Kurdistanê berpirsyar e. 

Ferhad Hesen destnîşan kir ku beriya 15 rojan birayê wî Cîhad Hesen bi rêya telefonê pê re axiviyê û got: “Em ji rewş û tenduristiya birayê xwe bi tirsin. Cîhad beriya 15 rojan bi rêya telefonê li min geriya û got ku `Ger em di roja 45`an de neyên berdan ez ê dest  bi greva birçîbûne bikim ku ji bo çarenûsa xwe û ya hevalên xwe nas bikim'. Her wiha ji wan re diyar nekirine li ser çi sedeme hatine girtin. Asayîşa Başûrê Kurdistanê berpirsyarê tenduristiya birayê min e."

Hesen diyar kir ku Cîhad Hesen û hevalên wî ji ber heman sedeman hatin girtin, lê her du hevalên wî hatin berdan çima birayê wî nehat berdan? Hesen ji her du girtiyên ku hatin berdan rewşa birayê xwe pirs kiriye û agahiyên ku ji wan girtiye, wiha parve kir:" Ji bo Cîhad di girtîgehê de bimîne li hinceta digerin. Her wiha dixwazin dosya yên nû li dijî birayê min vekin û wî bernedin. Pirsên der barê salên 2016-2017-2018`an jê dikirin. Girtiyên ku hatine berdan gotin ku zexta derûnî li wan kirine û herî zêde jî li ser birayê min ev rêbaz bikar anîn.

Ferhad Hesen destnîşan kir ku diviyabû Pencşema derbasbûyî birayê wî bi rêya telefonê peywendî bi wan re kiriba, lê neaxiviye. Hesen got ew ji rewşa birayê wî ya jiyanî metirsîdar in û bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku demildest birayê wî berdin.

ANHA