Li Konyayê êrişî Kurdan kirin: Ji heman malbatê 7 kes qetil kirin

Malbata Kurd a berî niha li Konyayê êrişa nîjatperestî li ser hatibû kirin, cara duyemîn êriş li dijî wan hate kirin. Ji heman malbatê 3 jê jin, 7 kes hatin qetilkirin.

Li Konyayê êrişî Kurdan kirin: Ji heman malbatê 7 kes qetil kirin
30 tîrmeh, 2021   18:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişeke nîjatperestî birin ser malbata Kurd a li navçeya Meram a Konyayê. Komeke ji 60 kesan pêk dihat, 12` Gulanê êrişî malbata Dedeogûlleri kir. Di êrişa nîjatperest de ji malbata Ddeogûllari 3 jê jin, 7 kes hatin qetilkirin.

Di 12'ê Gulanê de li Taxa Bahçeşehîr a navçeya Meram a Konyayê, komeke nîjadperest a 60 kesî êriş biribû ser malbatê Dedeogûllari ku ji Qersê ne. Kesên êriş biribûn ser 4 jê jin 7 kesên malbata Dedeogûllari, gotibûn "Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vir bijîn" û bi kevir, kêr û daran êriş biribûn ser wan. Têkildarî êrişê de 5 kes hatibûn girtin, lê bi hinceta "delîl kêm in" hatibûn berdan.