​​​​​​​Bi merasîmekê şehîd Mezlûm Serhed spartin axê

Şêniyên Qamişlo cenazeyê şervanê YPG'ê Ercan Can (Mezlûm Serhed) yê duh di encama qezaya trafîkê de li Hesekê şehîd bû, li goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.

29 tîrmeh, 2021   18:55
QAMIŞLO

Hevalên şehîd, cenazeyê hevrêyê xwe hilgirtin û bi diruşme û tilîliyên dayikan ber bi goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve çûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvî Seyid axivî, sersaxî ji malbata şehîd û dayika şehîd ku li Bakurê Kurdistanê ye re xwest û got: "Şehîd Mezlûm îsbat kir ku şagirtê rêber Abdullah Ocalan e, ji bo belavkirina fikir û felsfeya wî dixebitin, çiqasî me behsa têkoşîn û berxwedana şehîd Mezlûm bikin em nikarin mafê wî bidin."

Hêvî diyar kir ku şehîd Mezlûm efsanên qehremantiyê raber kir, da ser şopa şehîdan, beşdarî piraniya pêngavên berxwedanê yên rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.

Dayika şehîd Serhed, Sacîda Can bi rêya telefonê beşdar bû û got: "Kurê min şehîdê tevahî Kurdistanê û tevahî hêzên Kurdî ye."

Birayê şehîd, Zana Serhed jî wiha got:  "Şehîd Mezlûm dê di dilê me de bimîne, mamoste û hevrêy me bû. Tevî hemû astengiyan têkoşîna xwe berdewam kir û em pê serbilind in."

Zana Serhed di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da û got: "Bijî serok Apo, şehîd namirin."

Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Hevalên şehîd cenaze hilgirtin ser milê xwe û bi diruşmeyan spartin axê.

(bb)

ANHA