Endamên PYD’ê hatin berdan, yê Rêveberiya Xweser hîn girtî ye

Du endamên PYD’ê yên ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibûn girtin, serbest hatin berdan. Lê Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê nehat berdan.

Endamên PYD’ê hatin berdan, yê Rêveberiya Xweser hîn girtî ye
29 tîrmeh, 2021   16:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Peywendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl, Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen û Endamê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê di 10’ê Hezîrana 2021’an de dema saet di 03.00’an de diçûn pêşwaziya mêvanên xwe, li Balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatibûn girtin.

Derbarê sedema girtinê de heta niha rayedarên PDK’ê tu zanyarî nedabûn PYD’ê û Rêveberiya Xweser. Her wiha daxwazên hevdîtinê jî nehatibûn pêşwazîkirin.

Piştî 50 rojan Nûnerê Peywendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl û Endamê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê hatin berdan.

Lê Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen bêyî ku tu hincetek were nişandan, nehat berdan.

Li gorî agahiyên ku Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ya Başûrê Kurdistanê dane, di dema girtinê de tu tawanbariyek li ser herdû endamên PYD’ê nehatiye îspatkirin û bêyî ku derxînin dadgehê hatine berdan.

Nûnerên Rêveberiya Xweser diyar kirin ku wan xwestiye bizanbin ka çima endamê wan Cîhad Hesen nehatiye berdan. Lê bersivek ji wan re nehatiye dayîn.

Çavkanî: Rojnews