​​​​​​​Ji ber ambargoya hikumetê, koçberekî Efrînî jiyana xwe ji dest da

Ji ber ambargoya hikumet Şamê li ser Şehbayê ferz kiriye koçberek ji Efrînê jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Ji ber ambargoya hikumetê, koçberekî Efrînî jiyana xwe ji dest da
29 tîrmeh, 2021   16:30
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Hikumeta Şamê ambargoya li ser kantoa Şehbayê ferz kiriye girantir kiriye, rê nayê dayîn ku ambûlans nexweşên rewşên giran ji nexweşxaneya Avrîn bibin bajarê Helebê. Hin caran rê didin ku Heyva Sor a Sûriyê hindek nexweşan bigihîne nexweşaneyên Helebê, lê ew jî dereng ne li gorî dema ku bijîşkên Helebê diyar dikin digihêjin, ruxmî ku Helebê tenê 15 deqeyan dûrî Şehbayê ye.

Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê ya Şehbayê duh rapora sê zarokên nexweş ku di demên dawî de jiyana xwe ji dest da belav kir. Li gorî raporê, sedemên mirina van nexweşan, xemsariya Heyva Sor a Sûriyê ya ambargoya ku hikumeta Şamê ferz kiriye ye.

Nexweşxaneyê îro raporê nexweşê bi navê Mihemed Hesen Mûsa yê 34 da.  Hesen Mûsa yê di dilê xwe de nexweş ketî, di 26'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî rapora ji Rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn:

"Nexweşê bi navê Mihemed Hesen Mûsa piştî di dilê xwe de nexweş ket, 26'ê Tîrmehê saet 15:00'an serî li nexweşxaneya Avrîn da. Saet 15:45'an Nivîsgeha Ambûlansê ya Helebê hate erkdarkirin ku nexweşeke heye pêwîstiya wê bi emliyeteke lezgîn a qestrayê heye. Li ser vê yekê tedbîr hatin girtin û erêkirina pêwîst a çûyîna nexweş ji bo Helebê wergirt. Saet 16:25'an em agahî da agahî da ambulansa Heyva Sor a Sûriyê da ku nexweş bigihîne Helebê û me belgeya rewşa wî ya giran da wan. Saet 17:15'an ambûlansa Heyva Sor a Sûriyê gihişt deriyê ketina kantona Şehbayê nêzî çerxerêya Ehdasê, heta wê demê nexweş jiyana xwe ji dest da."

Ji zêdetirî 3 salan ve hikumeta Şamê ambargoyeke giran li ser koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê ferz kiriye, nahêle madeyên pêwîst wekî, derman, xwarin û sotmenî derbasî herêmê bibin.

Rêveberê Nexweşxaneya Avrîn Dr. Osman Şêx Hesen ji ANHA'yê re diyar kir ku madeyên sereke li nexweşxaneyê nemane, di demê pêş de dê karesteke mirovî çêbibe.

Şêx Îsa diyar kir heta niha 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dane.

) bb)

ANHA