QSD: Biryara cezakirina çeteyên dewleta Tirk erênî ye

QSD'ê biryara Wezareta Xezîneyê ya DYA'yê ya pêkanîna li dijî çeteyên Ehrar El-Şerqiye erênî nirxand û bang kir ku dest bi girtekên quanûnî bike da ku vê komê û endamên wê sewqî dadgeha navneteweyî bikin.

QSD: Biryara cezakirina çeteyên dewleta Tirk erênî ye
29 tîrmeh, 2021   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî biryara Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ya cezakirina Koma "Ehrar El-Şerqiye" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye:

"Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê cezayên nû li dijî sazî û kesayetên Sûrî birî. Koma Ehrar El-Şerqiye ya ku Tirkiyê desteka wê dike di nav van cezayan de ye. Koma navborî sûcên şer û binpêkirinên hovane ku hatine belgekirin pêk anîne. Vê komê endamên rêxistina DAIŞ a terorîst tev li xwe kirine, ev yek di raporên navneteweyî û herêmî yên berê de hatiye piştrastkirin.

Em Hêzên Sûriya Demokratîk di demekê de ku vê biryarê erênê dinirxînin û wekî gaveke yekemîn li ser bangên rêxistinên hiqûqî ber bi lêpirsîneke giştî ve ji tevahî sûcên ku van kom û serçeteyên wan li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî herêmên Sûriyê kirine, dibînin. Ji ber van sûcan em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku fişarên siyasî û qanûnî li rêxistinên dîtir bikin da ku ji bo pêkanîna edaletê ji bo qurbaniyên li herêmên bakurê Sûriyê yên dagirkirî bixebitin."

Ji dema damezrandina koma Ehrar El-Şerqiye bi destê teror û serçeteyê berê yê Cebhet El-Nusra Ebû Mariya El-Qehtanî ve, lîsteya wî tijî sûc e û reş e. Dîroka Ehrar El-Şerqiye bi sûcan dagirtî ye, nexasim li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê. Çeteyên Ehrar El-Şerqiye siyasetmedar Hevrîn Xelef û gelek kadroyên tenduristî û sivîl qetil kirin. Ji lew re, rûxmî girîngiya tedbîrên Amerîkayê yên dawî li dijî koma Ehrar El-Şerqiy ya teror jî, lê em dibînin ku asta tundiya sûcên vê komê bi tevgereke lezgîn a navneteweyî ya giştî heye ku nîşane û belgeyan ji qurbaniyan kom bikin û li wan guhdar bikin û dest bi tedbîrên qanûnî bikin, da ku serçeteyên wê komê û endamên wê rakin dadgehên navneteweyî."

(fr)

ANHA