Dayika şehîd Hevrîn: Cihê ku Hevrîn lê şehîd bûye, nêzî nuqteyên Amerîkayê bû

Dayika şehîd Hevrîn Xelef têkildarî biryara DYA'yê ya cezakirina cezayan li ser kujerê keça wê got: "Têrê nake, ji ber ku alîgirên kujeran sûcên li dijî gelê Sûriyê didomînin."

Dayika şehîd Hevrîn: Cihê ku Hevrîn lê şehîd bûye, nêzî nuqteyên Amerîkayê bû
30 tîrmeh, 2021   05:46
QAMIŞLO –ÎSAM EBDULLAH

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê çarşema borî ceza li kesayet û saziyên girêdayî hikumeta Şamê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ferz kir. Di nav de çeteyê Ehrar El-Şerqiye "Ebû Hatim Şeqra" heye ku berpirsên qetilkirina siyasetmdar Hevrîn Xelef e.

'AMERÎKA DIKARIBÛ RÊ LI VÊ BÛYERA HOVANE GIRTIBA'

Têkildarî biryara Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa ji ANHA'yê re axivî û got: "Amerîka dikarîbû nehiştiba ku ev bûyera hovane pêk bihata, ji ber ku cihê ku Hevrîn lê şehîd ket tenê çend kilometer dûrî baregehên Amerîkayê bû. Min ev yek gelek caran ji rojnamevan û parêzerên amerîkî re got."

'CEZA TÊRÊ NAKE'

Dayika şehîd Hevrîn diyar kir ku wê ji ronameyên amerîkî û parêzeran re got, cezayên ku DYA'yê li ser Tirkiyê birî ye têrê nakê û wiha diyar kir: "Rojnameyên amerîkî cezayên ku li ser Tirkiyê hatine birîn weşand û gotin ku encam nade, ji ber ku gelê Tirkiyê û gelên din dê ziraran bibînin, lê Erdogan bi van biryran bi bandor nabe."

Dayika Sekretêra Giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef bi domdarî got: "Amerîka dikarîbû nehiştiba ku komkujî li dijî gel dubare bûbana, lê çavên lê xwe girtin. Çapemeniya amerîkî dê bêje ku cezayên ku Tirkiyê hatine birîn ji ber binpêkirinên wê ne,  di heman demê de dê keştiyên bi madeyan barkirî bişîne Tirkiyê."

Têkildarî cezayê li dijî kujerê Hevrîn, çete Hatim Ebû Şeqra, dayika Hevrîn got: "Bi hezaran mîna Ebû Şeqra hene û komkujiyan pêk tînin. Ji ber vê yekê bang li Amerîka, Dadgeha Ewropa û hiqûqa mafên mirovan dikim ku Erdogan darizînin ji ber ku sûc li herêmê pêk anîn."

Dema êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Girê Spî û Serêkaniyê ku 9'ê Cotmeha 2019'an de dest pê kirin, siyasetmedar Hevrîn Xelef 12'ê heman mehê de ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şerqiye ve hate şehdîxistin.

' KESÊN KU DESTEKÊ DIDIN WAN SÛCAN DIVÊ WERIN DARIZANDIN'

Sûad Mistefa diyar kir ku birîna cezayan li dijî du kesan têrê nake û wiha domand: "Wekî dayika şehîd Hevrîn ez li ber vê yekê tenê nasekinim, divê kesên ku destekê didin pêkanîna van sûcan û destekê didin sûcên Erdogan Erdogan werin darizandin. Ger destek nedabûna Erdogan, nedikarîn komkujiyan li dijî siyasetmdaran pêk bînin."

' DEMA KU HEVRÎN HATE QETILKIRINA AMERÎKA LI KU DERÊ BÛ?'

Dayika şehîd Hevrîn pirsî; bi hebûna Amerîkayê re çawa siyasetmedareke mîna Hevrîn hate qetilkirin û dema Hevrîn hate şehîdxistin Amerîka li ku derê bû?. Sûad Mistefa her wiha got: "Hevrîn li pêşberî çavê cîhanê û Amerîkayê hate qetilkirin, bêyî ku tu kes dengê xwe bikin. Ji ber vê yekê biryara birîna ceza li Hatim Ebû Şeqra û kesekî din biryarekî pêbawer e, ji ber ku ez di wê baweriyê de me ku şehîdxistina Hevrîn berê hatibû plankirin. Dîsa di wê baweriyê de me ku agahiyên Amerîka hebû dema ku biryara qetilkirina Hevrîn hate dayîn, ji ber ku ji rûdanên vê sûcî, kesên li pişt wî û kesên ku di şerê li dijî mirovahiyê de destek dan Erdogan neşopandin."

Sûad Mihemed li ser şehîdxistina keça xwe jî wiha got: "Armanc ne şehîdxistina Hevrîn bû, lê têkbirina fikirê azad ê jinan û şikandina van wan e. Lê şehîdxistina Hevrîn bes bû ku bi hezaran jin dane ser şopa wê û têkoşîna li hember xiyanet û komployan xurt kirin."

Dayika Hevrîn Xelef diyar kir ku piştî biryara cezayan, parêzer ji Ewropayê pê re axivîn û jê pirsîn ku gelo ji biryarê razî ye. Her wiha got: "Biryar piştî liv û tevegera rêxistinên hiqûqî û parêzeran ên ku doza şehadeta Hevrîn xistina tevgerê hate dayîn."

'QETILKIRINA HEVRÎN JI BO TÊKBIRINA BIRATIYA GELAN BÛ'

Sûad Mistefa di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku armanca şehîdxistina Hevrîn têkbirina yekitî û biratiya gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

'DAXWAZA MIN DARIZANDINA ERDOGAN E'

Dayika şehîd Hevrîn got, ew di lêgerîna li heqîqetê û mafên tevahî mirovan de bi parêzer, rêxisitnên hiqûqî û mirovî û dadgehên Ewropayê re di nava hewldanan de da ku sûcdar cezayê xwe bistînin û nêhêlin ku nirx û rûmeta mirovan bin pê bikin.

Dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Armanca min ew e ku Erdogan li dadgeha Ewropayê were dariznadin, ji ber ku ew piştevanê yekane yê komên çete ye. Da ku cîhan bizanibe ku yên komkujî li dijî gelan û Hevrîn Xelef pêk anîne, cezayên xwe standin."

(bb)

ANHA