Çalakiyên 5. Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol dest pê kirin

Çalakiyên Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 5'emîn bi beşdarbûna 44 weşaneyên ji gelemperya Kurdistanê, welatên ereban û Îtalyayê dest pê kirin.

Çalakiyên 5. Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol dest pê kirin
Çalakiyên 5. Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol dest pê kirin
Çalakiyên 5. Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol dest pê kirin
Çalakiyên 5. Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol dest pê kirin
Çalakiyên 5. Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol dest pê kirin
Çalakiyên 5. Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol dest pê kirin
Çalakiyên 5. Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol dest pê kirin
Çalakiyên 5. Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol dest pê kirin
Çalakiyên 5. Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol dest pê kirin
29 tîrmeh, 2021   15:28
QAMIŞLO

Bi dirûşmeya " Pirtûk rehjena jiyanê ye", çalakiyên Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 5'emîn li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Qamişloyê dest pê kirin.

Pêşangeh ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye organîzekirin.

Di roja yekemîn a çalakiyên pêşangehê de, malbata şehîd Herekol, kesayetên siyasî, çandî, rewşenbîr, saziyên civaka sivîl û şaneyek ji Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê amade bûn.

Pêşangeh bi beşdarbûna 44 weşanxane ji gelemperiya Kurdistanê, hindek welatên ereban û Îtaltyayê hate vekirin.

Di pêşangehê de 130 hezar pirtûk, 12 hezar sernav bi mijarên cûda bi zimanê kurdî, erebî, tirkî, farisî, ingilzî û fransî hatin pêşandan.

Çalakî bi deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdên têkoşînê azadiyê dest pê kir. Paşê cîgira Hevserokatiya Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ronahî Hesen bi xêrhatina beşdaran kir û di kesayeta şehîd Herekol de tevahî cangoriyên azadiyê bi bîr anîn.

Ronahî Hesen diyar kir ku çand û zanist hêmanên girîng ên avakirina şaristanî û şoreşan e û roleke sereke di pêşxistina civakan de dilîzin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêvebriya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telet Yûnis jî got: "Pêşangeh yek ji berhemên têkoşîna vî gelî ye. Bi rêya vê pêşangehê hemû beşên civakê teşwîqî xwendinê dikin da ku civakek zanetir û rewşenbîrî ava bibe."

Yûnis diyar kir ku ev pêşangeh ji bo rewşenbîr û nivîskaran derfeteke da ku berhemên xwe yên wêjeyî û çandî bidin nasîn.

Piştî axaftinan, beşdaran li hola pêşangehê geriyan.

Çalakiyên pêşangehê dê heta 5'ê Tebaxê dewam bike, tê de dê semîner werin dayîn, pêşangeha wêneyan were vekirin û belgefîlmê Waşûkanî yê girêdayî Navenda Şopdarên Rojê were pêşandan.

Pêşangeh her sal ji bo bîranîna têkoşer û rewşenbîrên Kurd Hesen Şawşî (Herekol) ê ku di 20'ê Tîrmeha 2016'an de şehîd bû, tê organîzekirin.

(dx)

ANHA