​​​​​​​Meclisa Ciwanan a Dêrazorê dewreyeke hemşîretiyê bi dawî kir

Meclisa Ciwanan a Dêrazorê dewreya perwerdeyê ya hemşîretiyê ya 32 endaman bi dawî kir.

​​​​​​​Meclisa Ciwanan a Dêrazorê dewreyeke hemşîretiyê bi dawî kir
​​​​​​​Meclisa Ciwanan a Dêrazorê dewreyeke hemşîretiyê bi dawî kir
​​​​​​​Meclisa Ciwanan a Dêrazorê dewreyeke hemşîretiyê bi dawî kir
​​​​​​​Meclisa Ciwanan a Dêrazorê dewreyeke hemşîretiyê bi dawî kir
29 tîrmeh, 2021   15:38
DÊRAZOR

Meclisê merasîma bidawîkirina dewreya perwerdeyê ya hemşîretiyê li herêma Sewa ya rojavayê Dêrazorê li dar xist. Dewreya 32 hemşîre tev lê bûbûm, mehekê dom kir. Di dewreyê de waneyên pratîk û teorîk hatin dayîn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgitinê dest pê kir, piştre gelek axaftin hatin kir û dewre li hemşîreyan pîroz kir.

Têkildarî mijarê, endamê rêveber ê Meclisa Ciwanan a Dêrazorê Elaa El-Salih wiha got: "Me wek Meclisa Ciwanan a Dêrazorê me ev dewre bi çavdêriya kadroyên tibî vekir, da ku ciwan û civakê di aliyê tenduristiyê de zana bikin. Bersivdan û tevlêbûna beşdaran baş bûn."

Li aliyekî din jî Rehef El-Cedan ku tev li dewreyê bûye, spasiya Desteya Ciwan û Werzîşê kir.

Merasîm bi belavkirina bawernayan li kesên derçûne bi dawî bû.

(fr)

ANHA