YPG`ê nasnameya şehîdekî xwe ragihand

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Ercan Can (Mazlûm Serhed) eşkere kir û soza şopandina rêya şehîdan dubare kir.

YPG`ê nasnameya şehîdekî xwe ragihand
29 tîrmeh, 2021   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî şehadeta Mazlûm Serhed daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

Rêhevalê me Mazlûm Serhed di roja 28`ê Tîrmehê de li Hesekê di encama qezaya trafîkê de gihişt asta şehadetê.

Rêheval Mazlûm dema ku têkoşîna azadiyê li rojavayê Kurdistanê û bakurê Suriyê pêş diket tev li nav refên me bû. Bi bawerî û coşeke mezin kar û xebatên şoreşê meşandin û hemû erkên xwe heta kêliya dawî bi berpirsiyariyeke mezin bi cîh anîn.

Em di şexsê rêheval Mazlum de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya şehîd wiha ye;

Nasnav: Mazlûm Serhed

Nav û Paşnav: Ercan Can

Navê dayik: Sacide

Navê bav: Dursun

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 28 Tîrmeh 2021.”