Ji ber dorpêça hikumeta Şamê li Şehbayê 3 zarokan jiyana xwe ji dest da

Di çend rojên  derbasbûyî de, 3 zarokên koçber ên ji Efrînê ji ber kiryarên hikumeta Şamê û dorpêça ku li ser kantona Şehbayê ferz dike, jiyana xwe ji dest da.

Ji ber dorpêça hikumeta Şamê li Şehbayê 3 zarokan jiyana xwe ji dest da
29 tîrmeh, 2021   10:25
ŞEHBA- FÎRAS ÎBRAHÎM

Hikumeta Şamê ji beriya 3 salan ve siyaseta xwe ya neheq li hemberî koçberên Efrînê yên li Şehbayê dimînin, dewam dike û dorpêçek giran li ser kantonê fer kiriye. Her wiha nahêla ku madeyên bingehîn derbasî kantonê bên kirin.

Hikumeta Şamê li dergehên di navbera kantona Şehba û bajarê Helebê de ku tenê 15 km ji hev dûr in, kiryarên keyfî dimeşîne û nahêla ku derman, alavên tenduristiyê, sotemenî û ard derbasî Şehbayê bibin. Ew yek dibe sedem ku koçberên Efrînê di şert û mercên dijwar de bijîn.

'XEMSARIYA HEYVA SOR A SÛRÎ, REWŞÊ DIJWARTIR DIKE'

Li gorî çavkaniyekî ji Nexweşxaneya Avrîn, Heyva Sor a Sûrî ev du meh in rê nade ambulansên din ku nexweşan veguhêzin nexweşxaneyên Helebê. Ew bi xwe jî bi zanabûn nexweşan paşguh dike û çûna wan ji bo dermankirinê asteng dike.

Di çend rojên derbasbûyî de, ji ber xemsarî û derengmayîna ambulansa Heyva Sor a Sûrî 3 zarokan li Şehbayê jiyana xwe ji dest dan.

Bijîşkê ku çavdêriya rewşa zarokekî dikir diyar kiribû ku divê zarok bi lez derbasî nexweşxaneyeke Helebê bikin, lê belê ambulansa Heyva Sor a Sûrî çend demjimêran dereng ma û ji ber wê zarok jiyana xwe ji dest da.

RAPORÊN TENDURSISTÎ YÊN TÊKILDRAÎ REWŞA ZAROKAN

Ajansa me kopiyek raporên tenduristî yên têkildarî rewşa 3 zarokan ji Nexweşxaneya Avrîn ya Şehbayê bi dest xist, ku tê de rewşên zarokan û sedemên mirina wan eşkere dibe.

Li gorî rapora yekemîn; “Zaroka bi navê Ciwane Ciwan Husên (yek mehî) keça Nazliyê Sîdo ye û li navçeya Ehdasê bi cih dibe, di 21'ê vê mehê de serî li Nexweşxaneya Avrîn da û ew derdasî odeya çavdêriyê hate kirin. Destwerdana lezgîn ji bo wê hat kirin û ofîsa ambulansan ya Helebê hat agahdarkirin ku pêwîste zarok di saet 02:00`an piştî nîvroyê de derbasî Helebê bê kirin. Lê belê Heyva Sor a Sûrî ambulans di demjimêr 05:00'ê êvarê de şand Nexweşxaneya Avrîn û di rêya Helebê de gaza oksîjenê ya tê de bi dawî bû. Piştre zarok veguhastin ambulanseke din a Heyva Sor a Sûrî. Di encamê de berî ku zarok bigihêje Nexweşxaneya Helebê jiyana xwe ji dest da."

Li gorî rapora duyemîn; "Zaroka bi navê Aye Reşîd Hemo (yek salî) keça Medya ye û li navçeya Til Rifet bi dih dibe. Ji ber ku tenduristiya wê xirab bû berê xwe da Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê. Di saet 02:00`ê nîvro de dermankirina pêwîst jê re hat pêşkêşkirin, lê belê encam negirt. Ew di demjimêr 03:00`an de yekser birin beşa zarokan û ketin bi çavdêriyê û ofîsa ambulansan a Helebê hat agahdarkirin ku divê zarok di saet 04:00`an de derbasî Helebê bibe. Lê belê ambulansa Heyva Sor a Sûrî çar saetan dereng ma û di encamê de zaroka bi navê Aye jiyana xwe ji dest da.”

Li gorî rapora sêyemîn; “Zaroنê bi navê Mihemed Emîn Mûsa kûr Hemû (2 mehî), kurê Mûsa û diya wî Yasmîn e, li navçeya Ehresê dimîne. Di 20'ê Tîrmehê de derbasî nexweşxaneya Avrîn bû, ofîsa ambulansa Helebê hate agahdarkirin ku divê ew zarok derbasî Helebê bibe, lê ji ber ku bijîşka bi navê (A-A ) ya girêdayî Navenda Tenduristiyê ya Helebê ne amade bû, derbaskirina zarok ji nexweşxaneya Helebê re heta saetên dereng ên êvarê nehat erêkirin. Piştî ku ambulansa Heyva Sor a Sûrî di saet 11:30`ê êvarê de gihîşt nexweşxaneyê, Mihemed jiyana xwe ji dest dabû.”

' KOÇBERÊN EFRÎNÊ QURBANIYÊN SIYASETÊN HIKUMETA ŞAMÊ NE'

Der barê van 3 bûyerên dawî de, endamê rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn Dr.Osman Şêx Îsa ji ajansa me re daxuyand ku ji ber siyasetên ku hikumeta Şamê li dijî koçberên Efrînê yên li Şehbayê dimeşîne û bi armanca ku koçberên Efrînê careke din bide koçberkirin , sivîl jiyana xwe ji dest bidin û wiha lê zêde kir: “Di encamê de koçberên Efrînê dibin qurbaniyên siyasetên hikumeta Şamê yên li dijî herêma Şehbayê.”

Şêx Îsa diyar kir ku hikumeta Şamê ji beriya zêdetirî 3 salan ve nahêle sivîl biçin bajarê Helebê û li nexweşxaneyên wê werin dermnkirin, her wiha rê nade ku alavên tenduristiyê û derman derbasî Nexweşxaneya Avrîn bibe.

NAHÊLE KU AMBULANSÊN NEXWEŞXANEYA AVRÎN NEXWEŞAN BIBIN HELEBÊ'

Şêx Îsa destnîşan kir ku hikumeta Şamê nahêle ku ambulansa Nexweşxaneya Avrînê nexweşan veguhêzîne nexweşxaneyên Helebê û tenê rê dide ambûlansên Heyva Sor a Sûrî ku derbas bibin.

Şêx Îsa her wiha diyar kir ku tîma tenduristiyê yên Heyva Sor a Sûrî dereng tevdigere û nexweşan di dema veguhastina wan bo Helebê de paşguh dikin. Her wiha di saetên diyar de nexweşanan nabin Helebê, ji ber wê jî nexweş jiyana xwe ji dest didin.

Di axaftina xwe de, Şêx Îsa got di çend rojên derbasbûyî de ji ber xemsariya tîma tendusitî ya Heyva Sor a Sûrî di veguhastina nexweşan bo nexweşxaneyên Helebê û derengmayiyên wan de, 3 zarokan jiyana xwe ji dest da.

Şêx Îsa destnîşan kir ku heta piştî ku biryara derbaskirina nexweşan ji bo Helebê ji hêla bijîşkê çavdêriya nexweş ve tê erêkirin, derengimayîna ambulansan dibe sedem ku zarok ji jiyana ji dest bidin.

' ROJANE PÊDIVIYA ZÊDETIRÎ 400 KOÇBERÎ BI DERMANKIRINÊ HEYE, LÊ BELÊ..'

 Dr.Osman Şêx Îsa daxuyand ku rojane zêdeyî 400 koçberên ji Efrînê ji bo dermankirinê diçin Nexweşxaneya Avrînê, lê belê derman û alavên tenduristiyê tune ne û di encamê de dermankirina nexweşan dijwartir dibe.

Dr. Osman Şêx Îsa wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Sedema sereke ku dihêle koçberên li vir jiyana xwe ji dest bidin, dorpêça hikumeta Şamê ye û kiryarên keyfî yên li dijî şêniyên herêmên Şahbayê ye. Şêx Îsa bang li aliyên peywendîdar kir ku destwerdanê bikin û dergeh û rêyên diçin herêmên Şehbayê vekin, da ku nexweşan veguhêzin bajarê Helebê ji bo ku werin dermankirin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HHRJkz0ms8o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>