Partiya Hevbendiya Demokratîk komkujiya Til Hasil û Til Eran bi bîr anî

Partiya Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê qurbaniyên komkujiya Til Eran û Til Hasilê bi bîr anî û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya çeteyên ji Sûriyê û rêxistinên terorîst dixwaze xaka Sûriyê dagir bike.

Partiya Hevbendiya Demokratîk komkujiya Til Hasil û Til Eran bi bîr anî
27 tîrmeh, 2021   12:42
ŞEHBA

Îro salvegera 7`emîn a komkujiya bajarokê Til Eran û Til Hasilê ye ku ji aliyê "Artêşa Azad a Sûriyê" bi destekdayîna istixbaratên dewleta Tirk ve hate kirin.

Girêdayî mijarê Partiya Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku salvegera bi êş maskê muxalefta Sûriyê ku destekê ji dewleta Tirk digire, eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye: "Salvegera bi êş ji dîroka Sûriye nûjen bi ser me de hat û maskê muxalefeta Sûriyê ku destekê ji dewleta Tirk digire, eşkere kir. Di 27`ê Tîrmeha 2013`an de rêxistinên radîkal li dijî şêniyên Til Eran û Til Hasilê komkujiyek pêk anî. Ev rêxistinên radîkal hêzên şerker ên Meclisa Wetenî ya Sûriyê û ENKS`ê ne ku sivîl dikuştin û komkujiyên DAIŞ, El-Nusra û komên din ên muxalefetê li dijî şêniyên Til Eran û Til Hasilê, rewa dikirin. Komkujiyên li van her du bajarokan ne sekinî, lê belê gihaştin piraniya herêmên gundewarên Helebê, Şehba, Minbic, Reqa û gundewarên wê paşê Girê Spî û Serêkaniyê.

Ji tevahî cîhanê re armanca dewleta Tirk bi rêya çeteyên ji Sûriyê û rêxistinên terorîst di dagirkirina xaka Sûriyê de, pêkanîna komkujiyan li dijî her kesê ku li hember berjewendiyên dewleta Tirk disekine, hate eşkerekirin.

Em weke Partiya Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê sûc û komkujiyên ku dewleta Tirk û komên girêdayî wê li dijî gelê Sûriyê pêk tîne, nexasim li Bakurê Sûriyê li Efrîn, Bab, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablus û Idlibê, şermezar dikin.

Dewletên mezin wekî Rûsya û Amerîka berpirsin ku heta niha li pêşiya dewleta Tirk nesekînine. Em banga destwerdanê dikin da ku sûcên dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyê rawestîne.

Her wiha em bang li hemû alî û rêxistinên navneteweyî dikin ku erka xwe pêk bînin da ku sûcên dewleta Tirk eşkere bikin û zextê lê bikin da ku ji xaka Sûriyê derkeve. Her wiha derfetê bidin koçber û penaberan ku li warê xwe vegerin.

Em soza xwe bi şehîdên xwe re nû dikin ku emê şopdarên rêya wan bin heta ku xaka xwe ya dagirkirî rizgar bikin û em bi nirxên xwe yên welatprêzî ve ji bo jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de, girêdayî ne."

(bx)

ANHA