Biden: Erka hêzên Amerîka li Iraqê perwerdekirin û têkoşîna li dijî DAIŞ`ê ye

Serokê Amerîkayê Joe Biden di hevdîtina xwe bi serokê hikumeta Iraqê Mistefa El-Kazimî re teqezî li ser rola hêzên xwe li Iraqê kir û got ew girîngiyê bidin alîkariya di aliyê perwerdeyê de, her wiha têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ`ê û destekdayîna istixbaratî.

Biden: Erka hêzên Amerîka li Iraqê perwerdekirin û têkoşîna li dijî DAIŞ`ê ye
27 tîrmeh, 2021   10:40
 NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Joe Biden roja Duşemê diyar kir ku rola DYA`yê li Iraqê dê veguhêze pêşkêşkirina şêwermendiyê û perwerdekirina hêzên Iraqê.

Her wiha Biden ragihand ku Washington dê derziyên Koronayê di demeke nêz de ji Iraqê re, bişîne.

 (bx)