Dagirkeriya Tirk cenazeyên şehîdên Efrînê vediguhêze goristanên sivîlan

Çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî ji Meclisa Malbatên Şehîdan re ragihand ku artêşa Tirk a dagirker cenazeyên şehîdan ên li goristana li pişt Nexweşxaneya Avrîn ya Efrînê birine cihekî din.

Dagirkeriya Tirk cenazeyên şehîdên Efrînê vediguhêze goristanên sivîlan
27 tîrmeh, 2021   10:42
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê destdirêjiya li dijî goristanên şehîdan a li kantona Efrînê ya dagirkirî dewam dike û cihên nû yên veşartina cenazeyan piştî vekirina goristanê eşkere nake.

Dagirkeriya Tirk di 14`ê Tîrmehê de goristaneke şehîdan li navenda bajarê Efrînê vekir.

Di çend rojên dawîn de, çavkaniyan ji Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê re ragihand ku dagirkeriya Tirk cenazeyên şehîdan veguhestine goristanên sivîlan ên dûrî navenda bajêr, da ku cihên  cenazeyên wan ji holê rake.

(cx)

ANHA