‘Bi berxwedana gelê Efrînê dê hemû plan têk biçin‘

Hevserokê meclisa navçeya Til Rifetê diyar kir ku armanca siyasetên ku ji aliyê hin aliyan ve li ser kantona Şehbayê têne meşandin, têkbirina berxwedana şêniyan e. Her wiha piştrast kir ku ew plan û siyaset dê bi berxwedana şêniyan têk biçin.

‘Bi berxwedana gelê Efrînê dê hemû plan têk biçin‘
27 tîrmeh, 2021   07:41
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane êrişî kantona Şehbayê dikin û bi dijwarî kantonê topbaran dikin.

Di vê çarçoveyê de, artêşa Tirk a dagirker ji beriya çend rojan ve gundewar û navçeyên kantona Şehbayê ku bi sed hezeran koçberên ji Efrînê di wan de bi cih bûne, dike hedef.

Têkildarî mijarê û siyasetên ku dewleta Tirk û çeteyên wê û hikumeta Şamê dimeşîne û bêdengiya Rûsya, hevserokê meclisa navçeya Til Rifetê Mihemed Henan ji ajansa me re axivî.

Mihemed Henan got:"Ev 3 sal û nîv in ku em koçber bûne. Dewleta Tirk û çeteyên wê şevekê jî topbaran li derdora bajarê Til Rifet û navenda wê ne sekinandiye. Du komkujî pêk anîn û di encamê de bi dehan zarok û kalepîr, şehîd bûn."

Henan bi van gotinan axaftina xwe dewam kir: "Beriya çend rojan balafirên bêmirov ku bêdeng e, komîna 7`emîn bombebaran kir. Di encama wê de 5 welatiyên ji Efrînê û zarokekî 5 salî birîndar bûn. Ji wê demê de heta roja îro û piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê yên li bajarê Mari êrişên li dijî bajarê Til Rifet û gundê Şêx Îsa yê li ser sînorê navçeya Til Rifete zêde kirine, metirsiyên mezin hene."

Henan destnîşan kir ku her kes dizane ku Rûsya di sala 2015`an de û bi hinceta parastina gel û da ku bibe aliyekî xurt di pêkanîna aştiyê de û parastina yekitiya gelê Sûriyê de, derbasî Sûriyê bû wiha dewam kir:" Lê armanca wê ya veşartî û sereke ji hatina wê ji Sûriyê re hate eşkerekirin. Rûsya û rejîma Sûriyê tevî hebûna wan di kantona Şehbayê de û avakirina nuqte û baregehên leşkerî li herêmê, lê ew her du nexasim Rûsya çavên xwe ji topbarana li ser bê serûber a li ser kantonê digire û armanca wê ji vê yekê ku berjewendiyên wê bi dewleta Tirk re dewam bike."

Henan behsa dorpêça giran ku ji aliyê hikumeta Şamê ve li dijî kantona Şehbayê feriz kiriye kir û diyar kir ku derfetê nade pêwîstiyên tenduristî, jiyanî û sotemeniyê bi hemû cûreyên wê di nav de madeya mazotê derbas bibe û wiha domand:"Heta ku sehrîcek mazot derbasî Şehbayê dibe, hikumeta Şamê 8 milyon lîreyên sûrî dixwaze."

Mihemed Henan destnîşan kir ku siyaseta hikumeta Sûriyê û rêxistina UNICEF xizmeta dewleta Tirk dike û wiha dewam kir: "Li kêleka hemû zehmetiyên ku hikûmeta Sûriyê li ser herêmê ferz dike, her wiha hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê ku şêniyên Efrînê bi top û moşekan dike hedef, rêxistina UNICEF a cîhanî ava vexwarinê li ser koçberên Efrînê bi du hincetan qut kir. Hinceta yekê  ku ew nikare weke rêxistineke cîhanê barê peydakirina avê ji herêmê re bigire ser milê xwe û ya duyemîn jî ku dema peymana wê ku bi rêya wî ava vexwarinê ji herêmê re peyda dikir, bidawî bû."

Hevserokê meclisa navçeya Til Rifet Mihemed Henan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hêzên li herêmê û dewleta Tirk armanca wan têkbirina berxwedana şêniyên Efrînê ye û plan dikin ku şêniyan ji bo xizmeta berjewendiyên xwe birçî bikin. Lê berê jî piştrast kir, berxwedana şêniyên Efrînê li hember planên wan dewam dike û heta rizgarkirina Efrînê û vegera li warê xwe, wê berxwedanê bidomînin."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IJw7oNWr4RY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>