ꞌRevandina nûneran kiryarên rejîmên desthilatdar ên li dijî gelê me anî bîra meꞌ

Endamê PYD`ê yê Til Temirê got, revandina nûnerên wan li Başûrê Kurdistanê bi dest destê MIT’a Tirk pêk hatiye û got: "Kiryarên ku PDK`ê dike kiryarên dewletên desthilat li dijî gelê Kurd pêk dianî, anî bîra me."

ꞌRevandina nûneran kiryarên rejîmên desthilatdar ên li dijî gelê me anî bîra meꞌ
27 tîrmeh, 2021   01:46
HESEKÊ-DIYAR EHMED

48 roj in agahî ji nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mistefa Xelîl Osman û Mistefa Ezîz Mistê yên ji aliyê PDK'ê ve hatine revandin nayê girtin.

Tevî bangên Rêveberiya Xweser û PYD'ê yên li hikumeta Başûrê Kurdistanê da ku nûneran serbest berdin, lê PDK`ê hîn jî sedema revandinê eşkere nekiriye.

Endamê PYD’ê yê Til Temirê Idrîs Yûnis siyaseta PDK`ê red kir û revandina nûnerên PYD’ê û Rêveberiya Xweser şermezar kir. Idrîs Yûnis wiha got: "Başûrê Kurdistanê parçeyek ji Kurdistana mezin e. Em wekî partiyeke siyasî bi dîplomatîk şer dikin û berdêl çi be jî hewl didin mafên gelên xwe misoger bikin, lê me dît ku hikumeta Başûrê Kurdistanê siyaseta AKP`ê dimeşîne û siyasetmedarên Kurd direvîne û rê li pêşiya parvekirina nêrîna wan û xebata siyasî digire."

ꞌREVANDINA SIYASETMEARÊN KURD METODA MIT’A TIRK Eꞌ

Idrîs Yûnis bi domdarî got: "Dema nûnerên me hatin revandin, MIT’a Tirk û siyasetên wê yên girtina nûnerên HDP`ê û siyasetmedaran hatin bîra me. Ji lew re em mat neman ku destên dagirkeriya Tirk û istixbarata wê di revandina nûnerên me yê li Başûrê Kurdistanê de hebe."

Yûnis diyar kir ku nêzîkatiyên PDK'ê kiryarên sîstemên desthilatdar ên li dijî gelê Kurd tîne bîra wan û wiha axaftina dewam kir:" Em hinekî li dîroka xwe vegerin, dema ku dewlet serwer bûn li dijî me  wek gelê Kurd her tişt dikirin. Kiryarên PDK`ê û revandina nûnerên me hinekî em bi paş ve vegerandin, dema ku gelê me yê Kurd li ser netewebûna xwe ya kurdî diaxivîn ji aliyê hikumeta Şamê ve dihatin girtin, her wiha rejîma Îranê jî ku heta niha ciwanên me yên Kurd bi dar ve dikin, ji lew re em dibînin ku revandina nûnerên me xeteriyeke mezin çêdike, ji ber ku siyaseta dijiminê berê yê Kurdan tê meşandin."

Yجnis bang li PDK`ê kir ku nekeve xefka lîstokên dijbertiya berjewendiyên gelê Kurd û wiha got: "Çarenûsa nûnerên me eşkere bike û wan serbest berde."

(eh)

ANHA