Ciwanên Kobanê li hemberî dagirkeriyê banga yekitiya neteweyî kir

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker banga xwedîderketina li berxwedana gerîlayan û avakirina yekitiya neteweyî kirin.

Ciwanên Kobanê li hemberî dagirkeriyê banga yekitiya neteweyî kir
27 tîrmeh, 2021   07:20
KOBANÊ

Ji zêdetirî 3 mehan ve artêşa Tirk a dagirker êrişên dijwar li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tînin, lê li hemberî wê HPG’ê berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Li gorî bîlançoya gerîla ya 3 mehan , 494 leşkerî dewleta Tirk hatine kuştin û 398 oparasyon pêk anîne.

‛DIVÊ EM JI PLANÊN DAGIRKERIYA TIRK HIŞYAR BIN’

Têkildarî êrişên dagirkeriyê yên li dijî çiyayên Kurdistanê, ciwanên şoreşger ên herêma Firatê piştgiriya xwe ji gerîla re nîşan da û da zanîn ku ev êriş şerê eşkere ya qirkirina gelê Kurd e.

Hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê Hebûn Mihemed wiha got: "Em Kurd, divê li hember êriş û şerê li dijî gerîla yê li çiyayên Kurdistanê rû dide bê deng nemînin. Ji ber ev şer qirkirina gelê Kurd û gerîlayan e ku parastina hebûna me dikin. Ji lew re divê em piştgiriya gerîla bikin."

Hebûn Mihemed diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişên li dijî çiyayên Kurdistanê derxistina fîtneyê di navbera kurdan de ye û got: " Divê em ji plana dewleta Tirk hişyar bin."

Hebûn Mihemed da zanîn ku divê partiyên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê bi partiyên dîtir ên li parçeyên dîtir ev diyalogan pêk bînin û wiha pê de çû: "Heke partiyên Başûrê Kurdistanê li hember êrişên heyî bê deng bimînin, dema diçe ne li gorî berjewendiya gelê Kurd e. Dewleta Tirk a dagirker jî vê yekê dixwaze, ew jî parçekirina zêde ya kurdan e da ku bi hêsanî kontrol bike û herêmên wan dagir bike."

‛PLANA QIRKIRINA KURD PLANEKE CÎHANÊ YE’

Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger ê ji Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya şaxê Kobanê Îbrahîm Ehmed wiha got, dem dema yekitiya gelê Kurd e û divê 4 parçeyên Kurdistanê bibin yek û wiha dom da axaftina xwe: " Ji ber ku plana qirkirina kurdan ne tenê plana dewleta Tirk a dagirker e, di heman demê de planeke cîhanî ye ku ji sedên salan ve hatiye sazkirin, lê ji ber îradeya xurt a kurdan nedikarîn vê planê pêk bînin."

Ehmed anî ziman ku divê her kurdek xwedî li ziman û çanda xwe derkeve û dîroka xwe nas bike û got: " Ji ber dewleta Tirk a dagirker hewl dide dîroka me reş bike û îsbat bike ew xwediyên rastîn xakê ye ne dagirker e. Em Kurd divê xwe bi dîrokê çek bikin û li rex gerîla bisekinin ku di şerê topyekon de bi ser kevin."

‛RÊBER OCALAN BI FÎZÎKÎ NE DI NAVA ME DE YE, LÊ BI FIKIRÊ XWE DI NAV ME DE YE'

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê Mihemed Mehmûd jî bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li djiî rêber Abdullah Ocalan û wiha got: "Dewleta Tirk bi rêya tecrîda li dijî rêber Ocalan hewl dide vîna gelê Kurd bişikîne. Wê yekê bi pêşîlêgirtina şandina perspektîfên rêber Ocalan ji girtîgehê de ji şêniyan re , pêk tîne."

Mehmûd destîşan kir ku plana sereke ya dewleta Tirk têkbirina kurdan e û wiha axaftina bi dawî kir: "Girankirina tecrîdê, binkeftina li Garê û êrişên ji 3 mehan ve yên li ser çiyayên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ne, ev hemû beşek ji plana tunekirina kurdan e."

(fr)

ANHA