Rewşenbîrên herêma Cizîrê: Divê hevpeymana civakî nûnertiya berxwedanê bike

Rewşenbîr û nivîskarên herêma Cizîrê veguherîna hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser bi gaveke serkeftî pênas kir û diyar kirin ku divê hevpeyman li gorî berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê be û nûnertiya berxwedana civaka herêmê bike.

Rewşenbîrên herêma Cizîrê: Divê hevpeymana civakî nûnertiya berxwedanê bike
26 tîrmeh, 2021   23:36
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Di 15`ê Tîrmehê de rûneştina yekemîn a komîteya veguherîna hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar ket. Di rûniştinê de 150 ji nûnerên partiyên siyasî, tevgerên jinan, rêxistinên ciwanan û saziyên civaka sivîl beşdarî bûn. Ji wê rûniştinê komîteyeke teng ji 30 endamî hat avakirin.

Têkildarî vê mijarê rewşenbîr û nivîskarên Kurd ên herêma Cizîrê nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Berdevkê Fermî yê Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê Gulal Kasanî diyar kir ku mebest ji hevpeymana civakî pêkanîna dadweriya civakî ye. Bi hevpeymana civakî têkiliya civakî di navbera mirovan de, her wiha di navbera civak û dewletê de bi sîstemeke temamkirî tê meşandin.

Kasanî daxuyand ku hevpeymana civakî tê wateya avakirina sîstemekê di nava jiyana civakî de û wiha got: “Ji ber vê yekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mirov bi dilrehetî dijîn û dizane ku mafên wan di aliyên civakî, siyasî û aborî de parastî ye."

Kasanî da zanîn ku hevpeymana civakî ya ku di sala 2014`an de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye amadekirin cihê serkeftinê ye û li Rojhilata Navîn mînakek e û wiha got: “Li ser asta Sûriyê jî di ware civakî û siyasî de dibe modela çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê.”

Kasanî destnîşan kir ku hevpeymana civakî ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye dayîn ji milê civakî û siyasî de pir baş e û got: "Ji ber ku tevgerên siyasî di Rêveberiya Xweser de di nava hevpariyekê de ne, di milê civakî de jî civak ji aliyê ewlekariyê ve xwe parastî dibîne."

Kasanî da zanîn ku divê di hundirê hevpeymana civakî de edaleta civakî hîn zêdetir li pêş be û pirsgirêkên dadweriyê bê derengî di dema xwe ve bê çarserkirin û wiha dom kir: “Di aliyê edaletê de hevpeymana civakî bêhtir bi rola xwe radibe, divê di hevpeymana civakî de dadwerî bê parastin. Mijarên gendeliyê divê bên çareserkirin.”

Berdevkê Fermî yê Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê Gulal Kasanî ji bo amadekirina hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser pêşinyar kir ku divê komîteyeke navendî ji bo şopandina xebatên Rêveberiya Xweser bê sazkirin û wiha got: “Ji ber ku niha pirsgirêk ji aliyê gelek beşan ve derdikeve holê. Wê ev komîte bikaribe destwerdana pirsgirêkên ku derbikevin holê, bike.”

Endama Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Hesîna Ehmed diyar kir ku dayîna hevpeymana civakî di hundirê Rêveberiya Xweser de gaveke pir serkeftî bû û got: "Dema borî hin kêmasî derketin, lê karîbûn di pêvajoyekê zehmet û rewşeke dorpêçkirî de  rêveberiyekê ava bikin her wiha jiyana civakê birêxistin bikin. "

Hesîna destnîşan kir ku di hevpeymana civakî de mafên her mirovekî tê parastin û wiha got: “Divê şaştî û kêmasiyên ku Rêveberiya Xweser beriya niha pê re derbasbûye dubare nebin. Hevpeymana civakî li gorî civaka ku tê de cih digire tê amadekirin, taybetmendiyên civaka heyî berbiçav tê girtin. Lewma divê ev hevpeyman li gorî rewşa ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe be. Hêviya me ew e ku ev bibe pêvajoyeke nû ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Hesîna destnîşan kir ku di hevpeymanê de mafên zarok, jin, ciwan, pîr û kalan, hemû beşên civakê weke karker, karmend, nivîskar û rewşenbîr..hwd misoger e û hevpeyman bibe bersiva hemû pirsgirêkên civakî.

Her wiha Hesîna bal kişand ser rola gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku divê ew jî di pêkanîna hevpeymana civakî de berpirsyariyên xwe pêk bînin.

Li aliyekî din endamê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Ebûd Mexso jî da zanîn ku di dema borî de hevpeymana civakî di pêkanînê de di hin kemasiyan de derbasbû û wiha pê de çû: "Lewma niha em bi hêvî ne ev xebata hatiye destpêkirin bibe wesîleya ku xalên di hevpeymanê de hatiye dayîn di nava civakê de bê pêkanîn. Divê mafên zarok, jin, kedkar, pîr û kalan, hemû pêkhateû kesayetan ku li ser vê erdê dijîn û berxwedaniyê dikin werin parastin. Her wiha divê erka her kesê/î jî di xizmeta civakê de be.”

Mexso anî ziman ku divê li ser lêvegerandina hevpeymana civakî nerînên gelên herêmê bê xwestin û wiha gotina xwe bi dawî kir: “Di heman demê de em bawer dikin ku zagonên ku werin dayîn li gorî berxwedana gelê heremê be û nûnertiya berxwedana civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Bi taybet jî mafê jinan di nava civakê de tê xwarin, lê şoreşa me weke şoreşa jinê tê nasîn. Lewma divê hevpeyman, mafên jinan di nava civakê de biparêze.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/c1K39zkXl4U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>