Li ser rêya Deşîşe-Şedadê cenazeyek hate dîtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser rêya Şedadê û Deşîşe yên gundewarê kantona Hesekê, cenazeyê ciwanekî dît.

Li ser rêya Deşîşe-Şedadê cenazeyek hate dîtin
26 tîrmeh, 2021   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser agahiyên welatiyan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn cenazeyê ciwanekî li geliya Himêdat a li ser rêya di navbera Deşîşa û Şedadê de yên başûrê Hesekê dît.

Hate diyarkirin temenê ciwan derdora 30 salî ye û bi guleyekê hate kuştin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn cenaze rakir nexweşxaneya Hesekê da ku ji aliyê tiba edlî ve were kişifkirin.

(eh)

ANHA