Rûsya Çiyayê Zawiyê bomebebaran dike

Balafirên Rûsyayê herêmên Çiyayê Zawiyê yê gundewarê başûrê Idlibê bomebebaran kirin.

Rûsya Çiyayê Zawiyê bomebebaran dike
26 tîrmeh, 2021   13:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê derdora bajarokên El-Bare û Kensefre yên li Çiyayê Zawiyê yê li gundewarê başûrê Idlibê bombebaran kirin. Agahiyên têkildarî wendahiyan tune ne.

Vê sibehê jî balafirên şer ên Rûsyayê 5 caran derdora Kebanê ya Cebel El-Ekrad a gundewarê bakurê Laziqiyê bombebaran kir, piştre jî hêzên hikumeta Şamê bi moşekan êriş kir.

(eh)