Li Hecînê dewreyeke tenduristî bidawî bû

Bi dirûşma " Di her malekî de hemşîreyek" meclisa ciwan û werzîşê ya bajarê Hecînê bi armanca zêdekirina çand û zanebûna tenduristiyê, dewreyeke hemşîreyan bi dawî kir.

Li Hecînê dewreyeke tenduristî bidawî bû
26 tîrmeh, 2021   12:49
DÊRAZOR

Bi beşdarbûn nûnerên meclisên sivîl a herêmê, rêveberên kadroyên tenduristiyê yên dewreyê û şêniyan, meclisa ciwan û werzîşê dewreyek hemşîreyan bi dawî kir.

Di merasîma bidawîkirina dewreyê, endamê meclisa ciwan û werzîşê Hatim Hesen behsa giringiya zanebûna çanda tenduristiyê kir.

Hatim destekdayîna Rêveberiya Xweser ji ciwanan re ji bo xizmeta civakê, bibîr xist.

Di dewreyê de, waneyên destwerdanên destpêkê, dermankirina şewtandin, birînên sivik, lêdana derziyan û hwd hatin dayîn.

Di dawiya merasîmê de, bawername li ser beşdarên perwerdeyê hat belavkirin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/csCOK0Z0D0w" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>