ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 24-7-2021`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 24-7-2021`AN
23 tîrmeh, 2021   23:00

- Komîteya Aborî û Enerjiyê ya î Meclisa Sivîl a Dêrazorê li gundewarê rojavayê Dêrazorê 24 saetan kehrebê dide stasyonên avê û kooperatîfan da ku avê ji herêmê re peyda bikin, rûbera çandiniyê zêdetir bibe û hilberîna çandiniyê jî baş bibin.

- Îsal li navçeya Tirbespiyê cotkaran guncî, pempo û garis bi awayekî fireh çandin. Her wiha cotkaran banga piştgiriyê kirin da ku karibin hilberînan biçînin.

- Silêman Cafer da zanîn ku armanca serdana wezîrê hundirîn ê Tirkiyê ji Efrînê re planek e ku xaka Sûriyê dagir bike û tev li xaka Tirkiyê bike û got "Divê cîhan xeteriya dewleta Tirk baş bizane û bêdengiya li hember wê dê bi xwe re karesatê bîne."

- Ciwana bi navê Lava Mistefa li bajarê Efrînê yê dagirkirî li gîtarê dida, lê ji ber dagirkirina Efrînê ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve, nikarî ev xewna xwe temam bikira. Niha xeyal dike ku vê xwenê di nava komeke muzîkê de li Qamişloyê pêk bîne.